Îranê rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê girtin

Rejîma Îranê damezrînerê Enstîtuya Kurd a Roznewbarê Cyrus Abbasî û birayê wî Azad Abbasî girtin.

Rejîma Îranê lîsansa Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Roznewbarê ya ku li bajarên Worveh û Dehgolanê perwerdehiya bi Kurdî dida, di 3'yê Îlonê de girtibû. Rejîmê îro ji bo îfadeyê gazî damezirînerê enstîtuyê Cyrus Abbasî û birayê wî Azad Abbasî kir û ew girtin û şandin girtîgehê.

Cyrus Abbasî û birayê wî Azaf Abbasî par ji ber ku tevlî çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê bûbûn girtibûn û piştî 3 mehan hatibûn berdan.