Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Xakurkê 19 çalakî lidar xistin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê bê navber dewam dikin. Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Xakurkê 19 çalakî lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 8'ê Îlonê de saet di 08:15, 09:00, 10:30, 10:50, 13:50, 17:50, 18:10 û 23:30'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 8 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

8'ê Îlonê saet di 10:00 û 10:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

9'ê Îlonê saet di 03:00, 10:35, 12:00 û 17:00'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 4 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Îlonê saet di 14:35'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10'ê Îlonê saet di 02:30 û 03:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hat xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Metînayê;

10'ê Îlonê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate lidarxistin.

Li herêma Xakurkê;

9'ê Îlonê saet di 07:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7, 8 û 9'ê Îlonê derdora Ava Zê carekê, qadên Gundê Şêlazê, Gundê Dergelê yê Metînayê 4 caran, derdora Ava Lolanê ya Xakurkê carekê bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."