Li gundê Bilbêsê qedexe 45 roj in dewam dike

Li gundê Bilbêsê yê Elkê, dorpêçî û qedexeya pratîkî ya leşkerên Tirk ên dagirker 45 roj in dewam dike. Dagirkeran êvarê bombardûman li bejahiya gund kirin.

Li gundê Bilbêsê yê navçeya Elkê ya Şirnexê, dorpêçî û qedexeya leşkerên Tirk a dagirker 45 roj in dewam dike. Dagirkerên ku li çar aliyên gund bi cih bûne, bi taybetî danê êvarê bombardûmanê li bejahiya gund dikin. Ketin û derketina ji gund jî piştî Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) destûr jê re tê dayin.

Qedexeya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve du caran hate ragihandin, 23'ê Tebaxê bi dawî bû. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, gundî nikarin sewalên xwe bibin çêrandinê, nikarin biçin bax û baxçeyên xwe. Tê gotin, armanc ji liv û tevgera hewayî û bombardûmanê koçberkirina şêniyên herêmê ye.