Fermandara fedayî ya tunelên şer

Yildiz Şahîn Botan a ku di Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Mereş de cih girt, di tunelên şer de bi cesaretek mezin şer dike. 20’ê Tîrmeha 2023’an li dijî artêşa dagirker berxwedanê geş dike.

Li pêşiya hêzên hegemonîk ên ku dixwazin bi polîtîkayên înkar û îmhayê gelê Kurd tune bikin, astengiyek mezin heye. Ew jî mîlîtanên fedayî ne ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji nû ve diafirînin.

Tovê azadiyê ku bi germahiya Rokê xwe berdaye nava xakê, êdî di destên bi ewle de ye. Ev tov li Sûrên Amedê, li çiyayên qedîm ên Botanê û di kilamên dengbêjên Serhedê de zindî bûne. Li Kobanê jî bi bandor e. Gerîlaya YJA Starê Yildiz Şahîn Botan li Kobanê ji dayik dibe û mezin dibe.

DI JIYANÊ DE JÎ XETA FEDAYÎ DIHILBIJÊRE

Yildiz li cihê şer û şoreşê mezin dibe. Gelê wê di her warî de her tim di bin xeterî û gefê de ye. Ev yek hestiyarî, hesta tolhildanê û xwesteka şer li gel wê diafirîne. Ji ber ku bi çavên xwe dibe şahid ku şervanên azadiyê yên ji bo gelê xwe şer dikin, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve bi hovane tên qetilkirin.

Li dijî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe re sala 2018’an li ser Efrînê û sala 2019’an li ser Serêkaniyê dayî destpêkirin, çek hil dide, diçe çeperê herî pêş û ji bo parastina nirxên ku şehîdan bi xwîna xwe afirandine, bi fedayî şer dike.

Du birayên Yildiz û gelek xizmên wê tevlî nava refên gerîla bûne. Ev yek jî berê wê dide çiyayên azad. Bi kelecanek mezin tê çiyayên azad. Bi taybetî jî di salvegera Komploya Navneteweyî de ku dihat xwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd hepsê tarîtiyê bikin, 15’ê Sibatê tevlî bû.

Di perwerdeya şervanê nû de, di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pir pêş dikeve. Piştî demek kurt ew bi xwe perwerdeyê dide şervanên nû. Êdî yek ji fermandarên pêşeng ên jiyanê ye. Li cihên ku bi keda xwe lê ye dibe mîlîtanekî ku tê hezkirin û mînak tê girtin.

Sala 2021’an ji bo ku lêhêrbûnên xwe hîn kûrtir bike, pêşniyar dike ku tevlî Hêzên Taybet bibe. Soz daye ku bibe dengê gelê xwe û tola hevrêyên xwe hilîne. Di jiyanê de jî xeta fedayî hildibijêre, ji ti zehmetiyê na reve, her wezîfeyê bi serkeftinekî mezin bi cih tîne.

DILÊ BI WÊREK A KU BERSIVA DIJMIN DIDE

Dewleta Tirk a dagirker 25’ê Gulana 2022’an li qada Şehîd Delîl Zagros (Rojavayê Zapê), dest bi êrîşên dagirkeriyê dike. Yildiz di Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Mereş de cih digire. Di tunelên şer de bi cesaretek mezin şer dike. Di tevahiya şer de armanc dike ku hevrêyên xwe biparêze û bibe pêşengek a jiyana kolektîf. Bi her derfetê ku dibîne, bi sekvanî û çekên ferdî li hedefê dixe.

Gerîlaya YJA Starê Yildiz li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di nava hemû xebatên Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Mereş de cih digire. Ji bo ku derbeyên giran û bi bandor li dijmin bixe, li qada ku lê serwer e di nava tîmên bi tevger de li ser wezîfeyê ye. Şeva 20’ê Tîrmeha 2023’an artêşa dagirker xwest dakeve xwarê, Yildiz bi yek ji gerîlayên pêşeng Robîn Avent re bersivê dide dagirkeran. Lê artêşa Tirk li hemberî berxwedanê hîn hovtir bû û êrîşên xwe hîn zêdetir dike. 25’ê Tîrmehê ji şervanên ku bûne sembola pêşengiya jinê, Robîn Avent û Yildiz Şahîn Botan li vir tevlî nav karwanên şehîdan dibin.