Li Kerkûk û Duhokê erd hejiya
Li herêmên Kerkûk û Duhokê yên Başûrê Kurdistanê sê caran erd hejiya.
Li herêmên Kerkûk û Duhokê yên Başûrê Kurdistanê sê caran erd hejiya.
Midûriyeta Erdhej û Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku erdheja destpêkê li Tûzhûrmatû ya Kerkûkê saet di 12:43'an de bi mezinahiya 3.7 pileyî rû da.
Erdheja duyemîn jî li bakurrojhilatê Duhokê saet di 12:44'an de bi mezinahiya 4.6 pileyî, erdheja sêyemîn jî dîsa li bakurrojhilatê Duhokê bi mezinahiya 3.1 pileyî qewimî.