BI DÎMEN

'Li dijî gelê Kurd polîtîkaya helandina nasnameyê tê meşandin'

Hevseroka Egîtîm-Senê Şaxê Amedê Salîha Zorlû destnîşan kir ku ji polîtîkayên şerê taybet a herî diyarker û tund binpêkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

QIRKIRINA ÇANDÎ

Li Kurdistanê ku polîtîkayên asîmîlasyonê her roj tê girankirin û weke parçeyekî polîtîkayên şerê taybet tê meşandin, mafê perwerde, tenduristî û xizmeta cemaweriyê ya bi zimanê dayikê nayê naskirin. Hevseroka Egîtîm-Senê Şaxê Amedê Salîha Zorlû bal kişand ser nêzîkatiya desthilatdariyê ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd ji nedîtî ve tê.

Zorlû anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi ragihandina Komarê re destpê kir, heta niha dewam dike û got, "Asta ku polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bûye sedem, ew e ku pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêkeke li nava Tirkiyeyê ye, bûye pirsgirêkeke welê ku bandorê li hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn dike. Bi taybetî piştî darbeya 12'ê Îlonê polîtîkayên neolîberal ji aliyekî ve dewam kirin, li aliyê din jî bi polîtîkayên ewlekariyê li herêma Kurdan, li Kurdistanê hilberîn bi temamî hate raewstandin, zexteke giran li ser gelê Kurd hate kirin. Li gel van zext û zordariyan jî Kurd daxwaza çareseriyeke demokratîk a bi diyalogê dikin. Diyalogek ku hemû beş di nav de bibîne, pirsgirêk hemû lê bê nîqaşkirin pêwîstî ye, pêvajoyeke ku divê bi lez bê kirin."

POLÎTÎKAYA HELANDINA NASNAMEYÊ TÊ MEŞANDIN

Zorlû destnîşan kir ku qedexekirina zimanê Kurd rewşeke nû nîne û got, "Yek ji aliyên herî tund û diyarker ên polîtîkayên şerê taybet jî ev e; li her qadê qedexekirina zimanê dayikê, astengkirina xizmeta cemaweriyê ya bi zimanê dayikê. Tinehesibandina nasname, ziman û çanda gelekî tinehesibandina hebûna wî gelî ye. Polîtîkaya helandina nasnameya gelekî tê meşandin. Li hin qadan bê bikaranîn jî heta ku nebe zimanê perwerdeyê nayê ti wateyê. Divê zimanê dayikê weke zimanê perwerdeyê tevlî mufredatê bê kirin. Ne weke dersa hilbijartî. Em qala zimanekî welê dikin ku nêzî 7 milyon mirov pê diaxive. Kurdî yek ji zimanên herî qedîm ên zimanên Arî ye, lê hewl didin tine bikin. Hewl didin zimanê gelekî bidin jibîrkirin. Bi taybetî hin zaravayên xwe li ber tinebûnê ye û ji bo parastina wan tenê gelê Kurd têdikoşe."

DIVÊ DESTHILATDARÎ GAVÊN PÊWÎST BIAVÊJ

Zorlû diyar kir ku nabe ziman û nasnameya gelekî tine bê hesibandin û got, "Ji bo avakirina jiyana bi nasname û zimanê gelan divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd ev e. Divê şert û merc ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bêne afirandin."

Zorlû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên pêwîst bêne avêtin û got, "Ji bo vê jî muxatab diyar e. Divê desthilatdarî gavên pêwîst biavêje."