Li Qendîlê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li Binarê Qendîlê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meşekê hatin protestokirin.

Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk meşek girseyî hate lidarxistin ku çalakvan, malbatên şehîdan û welatparêz beşdar bûn. Di meşê de peyama “Em bi deh hezaran şehîdên din jî bidin, emê serî netewînin û em ê her dem parastina xak û welatê xwe bikin” hate dayîn.

Ji bo şermezarkirina êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker duh êvarê li Binarê Qendîlê meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş ji gundê Maredû destpê kir heta goristana Şehîd Golan û Şehîd Simko dewam kir.

Piştre li Goristana Şehîd Gulan û Şehîd Simko li ser navê Meclîsa Gel ya Binarê Qendîl Hemed Emîn Xidir axivî û got: “Dagirker dixwazin her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hemberî vê bêdengiyê, zarokên me bi salane bûne qurbaniyên dagirkeran. Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hember komkujî û şehîdkirina xelkê bêguneh û tunekirina vî gelî bêdengin. Lê gelê me her tim leheng û berxwedêre. Em bi deh hezaran şehîdên din jî bidin, em ê dev jê bernedin û her tim ax û welatê xwe biparêzin.”

Hemed Emîn Xidir di dawiyê de wiha got: “Em careke din soza xwe dubare dikin ku emê tu carî dev jê bernedin û welatê xwe ji destê dijmin û xayinan rizgar bikin. Lê hinek alî bûne xizmetkarên dijminan. Em bi saya xwîna şehîdan niha li virin.”

Meş bi danîna çelengan li ser gorên şehîdan û bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.