Li Hewlêrê li baregehekê teqîn: 3 kes mirin
Li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê, li baregeheke Yekîneyên Parêzvanên Sînor ên Iraqê teqînekê rû da. Hate ragihandin ku sê kes mirine.
Li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê, li baregeheke Yekîneyên Parêzvanên Sînor ên Iraqê teqînekê rû da. Hate ragihandin ku sê kes mirine.
Li nehiya Kanî Qirialê ya Hewlêrê, 10'ê Adarê danê nîvro li baregeheke Yekîneyên Parêzvanên Sînor a Iraqê teqînek pêk hat.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de 2 polîs mirine, gelek jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da. Têkildarî teqînê agahî bi dest neketin.