Dewleta Tirk gundên Dihokê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Nihêlê û Sergelê yê girêdayî Dihokê bombebaran kirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Nihêlê û Sergelê yên girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kir.

Der barê ziyanên bombebaranên de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî dewleta dagiker gundê Babula yê Şêladizê bombebaran kirîbû û di encama bombebaranê de gundiyê bi navê Seîd Mubarek û Aras Ferec hatibûn qetilkirin.