Li Amedê banga 'Çareserî ji pirsgirêka Kurd re, azadî ji Abdullah Ocalan re'

Li Amedê, di civîna eşkerekirina deklarasyona Newrozê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang hate kirin.

Li gorî deklarasyona Newrozê ya li Amedê hate eşkerekirin, Newroz wê îsal li sedan deveran bê pîrozkirin ku 57 ji wan wê navendî be.

Pîrozbahiyên Newrozê wê di 15'ê Adarê de li navçeya Dep a Xarpêtê destpê bikin ku warê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan e.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê civîneke çapemeniyê lidar xistin û deklarasyona Newrozê ya 2024'an eşkere kirin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û aktîvîsta TJA'yê Dîlan Guvenç tevlî civînê bûn.

Cihê ku daxuyanî lê hate dayin bi flamayên "Newroz pîroz be", "Rabe dema azadî û serketinê ye" hate xemilandin.

Piştî ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk deklarasyon xwend, aktîvîsta TJA'yê Dîlan Guvenç axivî.

Dîlan Guvenç anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên Mezopotamyayê ya qedîm tê wateya jiyana nû û got, "Ev jiyana nû di heman demê de nîşaneya berxwedana li dijî desthilatdarên zalim e. Ev yek jî nîşanî me dide ku li deverekê zilm, tunehesibandin, qirkirin, zext, bêedaletî hebe, li dijî wê jî berxwedan û têkoşîn heye."

Dîlan Guvenç got, "Li cihekî berxwedan û têkoşîn hebe li wir ruhê Newrozê heye. Lewma Newroz berxwedan e. Mîna her salê îsal jî em Newrozê di pêvajoyeke welê de pêşwazî dikin ku li dijî jin û gelan zexteke giran heye. Em di demeke welê de pêşwazî dikin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye."

Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî axivî û destnîşan kir ku Newroz têkoşîn e.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd bi rengekî civakî neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabe û got, "Nêzî 25 sal in li Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye. Vê tecrîdê fêdeyeke çawa da vî welatî? Ti fêdeya xwe li vî welatî nebû. Ji bilî şer, mirina jinan tiştek bi xwe re neanî. Tecrîd bi dawî bibe wê azadî û aştî jî pêk were. Weke têkoşeran divê em tecrîdê bi dawî bikin. Em azadiya Birêz Ocalan misoger bikin. Mîna ku me di 8'ê Adarê de got, em di Newrozê de jî dibêjin, 'Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Welatê demokratîk bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin."

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî Newroz bi zimanê Erebî pîroz kir û got, "Me deklarasyona Newrozê ji dilê Kurdistanê ji Amedê ji tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê re ragihand."

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew di çareseriya demokratîk aştiyane de israr dikin û got, "Em ê vê israra xwe bi têkoşîna xwe mezin bikin û encamê werbigirin."

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û çalakiyên nobeda edaletê û got, "Pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk divê bê çareserkirin."

Piştî axaftinan bernameya deklarasyona Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.