Saziyên li Şengalê êrîşa li dijî YBŞ’ê şermezar kirin

Hemû saziyên li Şengalê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî şervanên YBŞ’ê şermezar kirin.

Sazî û rêxistinên Şengalê, li dijî êrîşên li ser YBŞ’ê, piştgiriya xwe ya bi şervanan re dubare kirin û gotin: “Di rojeke weke 8’ê Adarê de êrîşê civaka me kirin. YBŞ hêza me ya parastinê ye, em li gel hêzên xwene. Dewleta Tirk bêyî erêkirina Iraqê nikare balafirên xwe rake, em Iraqê ji van êrîşan berpirsyar dibînin.”

Di roja 8’ê Adarê de, di saetên piştî nîvro de balafira bêmirov ya dewleta Tirk li gundê Sikêniyê nêzî nuqteyeke YBŞ’ê bombebaran kir. Têgotin şervaneke YBŞ’ê bi giranî birîndar bûye. 29’ê Sibatê jî li navbera gundê Werdiyê û Ziravikê ya girêdayî Tilizêrê de êrîşeke hewayî pêkhatibû û Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bûbû.

Desteya Rêveber ya Şengalê bi beşdarbûna Meclîsa giştî ya Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Tevgera Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li ber Meclîsa Giştî ya Şengalê di saetên êvar de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate dayîn.

Riham Hesen diyar kir, dewleta Tirk îro cihekî şervanên YBŞ’ê hedef girtiye û got: “Di encama êrîşa îro de şervanekî YBŞ’ê bi giranî birîndar bû. Dewleta Tirk van êrîşan bi hevkariya PDK’ê re pêk tîne. Hikûmeta Iraqê bêdengiya xwe ya li beraber van êrîşan diparêz e. Ji ber vêya em Iraqê ji van êrîşan berpirsyar dibînin. Eger ew rê nedin, wê balafirên dewleta Tirk nekarin balafirên xwe li vir rakin.”

Riham Hesen diyar kir ku dewleta Tirk di roja 8’ê Adarê de jî êrîşê civaka Êzidî kir û wiha pêde çû: “Bi taybet di rojeke weke 8’ê Adarê de êrîşê me kir, dide nîşan ku dijmin naxwaze civaka me rojek jî kêfxweş bibe. Em li vir dîsa dibin şahidê xiyaneta PDK’ê. Ti tişt wê nikare hêza me tine bike. Êrîşên li dijî me dibin ders ji me re û her dibin sedema kînek hîn mezintir ku em Şengala xwe hîn bi hêztir bikin. Em ê ticarî dest ji hedefên xwe yên rêveberiya Xweseriyê bernedin.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen gotina, navdar ya fermandarê şehî Zerdeşt Şengalî ya dibêje, ‘Em Êzidî natirsin’ jî bibîr xist û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Me van destkeftiyan heya bidest xist, berdêlên mezin hatin dayîn. Ji ber vêya emê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Heval Zerdeşt digot, Êzidî natirsin û hevalê Dijwar jî digot ‘doza me mezine’. Em jî îro vê dozê diparêzin. Emê bi rihê van hevalan li berxwe bidin. Wê êrîşên tirsonek jî nekarin me bitirsînin. Şifaya lezgîn ji birîndarê xwere dixwazin û hemû şehîdên meha Adarê bibîrtînin.”

Piştî Riham Hesen bi navê Koordînasyonê TAJÊ Dayê Neam Bedel ji ajansa me re axivî û dazanîn, dijminê civaka Êzidî nehişt 8’ê Adarê bikêfxweşî derbas bikin û wiha axivî: “Îro gelê me çûbû pîrozbahiya 8’ê Adarê. Lê dijminê me yê hov nehişt em roja xwe bi kêfxweşî biqedînin. Ciwanên me, pêşengên me yên civaka Êzidî timî dibin hedefa dewleta Tirk. Hikûmeta Iraqê ji van êrîşan berpirsyare. Em li pişt hêzên xwe û zarokên xwe ne. Ji ber tenê ew me diparêzin, ne kesek din. Civaka Êzidî timî tê hedefgirtin, lê ew çi bikin jî em gav bipaş ve na avêjin. Ew nekarîn me ji axa me qut bikin û wê tu carî jî nekarin. Civaka me yek bi yek vedigere warê xwe û ev jî dijmin hêrs dike. Eger ne ji xayînan be, Şengalê wê ji her derê aramtir be. Sedema ne ewlebûna Şengalê hikûmeta Iraqê û xiyanetkarin. Em şifaya xêrê ji birîndarê xwere dixwazin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, ‘Bijî YBŞ’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî hat.