BI DÎMEN

‘Em ê tola şehîdan ji kujeran û sîxuran hilînin’

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê diyar kirin ku li herêmê MÎT’a Tirk û Parastina PDK’ê ketine şûna DAÎŞ’ê û gotin: “Kesên destê wan di xwîna şehîdan de hebe, bila nebêjin em li mala xwe rehet in. Gava xayîn xuya bûn, wê rehm li wan nebin.”

ÊRÎŞÊN LI SER ŞENGALÊ

Piştî hevdîtina di nava rayedarên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Iraqê de liv û tevgera hewayî li Şengalê zêde bû. Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî di 29’ê Sibatê de, şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef di 8’ê Adarê de di êrîşa hewayî ya dewleta  Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Li gel hemû êrîşan jî saziyên demokratik û gelê Şengalê bi îradeyek xurt xwedî li nirxên xwe derdikevin û peyama tolhildanê didin. Bi taybetî êrîşa li ser Saziya Malbatên Şehîdan hêrsa gel a li dijî dewleta Tirk û hevkarên wan Mala Barzanî zêdetir bû. Der barê mijarê de endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê axivîn û peyama, “Tolhildanê” dan.

Yek ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan dayê Pakîz, der barê kesayet û têkoşîna Sadûn Mîrza Elî de axivî û got: “Sadûn, endamê Saziya Malbatên Şehîdan bû, kar û xebatên malbatên şehîdan dikir. Ji aliyê dewleta Tirk û sîxuran ve hate hedefgirtin û şehîdxistin. Çi mirov karekî pîroz kir û li pey şopa şehîdan meşiya, ew mirov hedef tê girtin. Di 2016-2017’an de DAÎŞ li herêmê hebû, zarokên me şehîd diketin lê bi qasî vî wextî û bi vî awayî em pê nedêşiyan. Wî demî me zanî dijmin heye, me dizanî rê û mal mayînkirî ne. Dijmin li derdora me bû. Şehadetên wê demê ji bo me ne ewqas bi êş bû.’’

‘MÎT Û SÎXUR KETINE ŞÛNA DAÎŞ’Ê’

Dayê Pakîz destnîşan kir ku îro roj li şûna DAÎŞ’ê, MÎT’a dewleta Tirk û sîxurên ku bi destê Mala Barzanî têne rêxistinkirin hene û ev bang li civaka Êzidî kir: “Hêviya me ji hemû malbatan ew e ku çav û guhê wan li zarokên wan be. Xwîna mirovên wekî Sadûn, Pîr Çeko, Seîd, Dijwar û hemû şehîdan venexwin. Dema kesên sîxur hatin girtin jî bila ti kes nebêje zarokên me çima birine. Malbatên wan lazim e di serî de zarokên xwe hişyar bikin. Lazim e hesabê van rojan bikin û zarokên xwe hişyar bikin.”

ÊRÎŞA BI SER SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Yek ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan Xidir Hemed e ku salên direj bi Sadûn Mîrza re kar û xebat meşandiye. Xidir Hemed jî bal kişand ser ked û têkoşîna Sadûn Mîrza û got: “Hevalê Sadûn xebatên malbatên şehîdan dikir. Bîranînên şehîdan, xêrên şehîdan. Ew bi malbatên şehîdan ve radibû. Birayekî wî jî bi destê DAÎŞ’ê şehîd bû. Jixwe ti ferqa dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ji hev nîne. Me fikir nedikir ku Saziya Malbatên Şehîdan jî hedef were girtin. Ev sazî xizmeta malbatên wan şehîdan dikir ku Çiyayê Şengalê parastibûn, tola dayik û xwişkên me hildandîbûn.”

‘BILA XAYÎN LI MALÊN XWE REHET RANEZÊN’

Xidir Hemed hêrs û berteka xwe ya li hemberî êrîşan bi peyva “Êdî kêr gihişte hestî” anî ser ziman û ji bo kesên ku dikevin nav tora xiyanetê ev hişyarî kir: “Ew kesên ku destê wan di xwîna şehîdên me de hebe, bila ti carî rehet ranezên. Bila nebêjin em li malên xwe rehet in. Kengî be dema ew derketin, rehm li wan nabe. Heta îro ti kesî ji hevalê Sadûn gazin nekiriye. Mirovekî li ser bîr û baweriya xwe bû. Bila nebêjin Sadûn bê dê, bav û bira ye. Em hemû malbata wî ne û em ê tola wî hilînin.”