Ji bo Newroza Wanê bang hate kirin: Dema jiyana azad a bi Rêbertî re hatiye!

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê bang li gel kir ku tevlî pîrozbahiyên 17’ê Adarê yên li ber Keleha Wanê bibin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dem dema şikandina tecrîdê, dema jiyana azad a bi Rêbertî re ye.”

17’ê Adarê li ber Keleha Wanê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” wê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newroza Wanê têkildarî van pîrozbahiyan li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li ser navê Komîteya Amadekar parêzer Ebrû Demîrtepe axivî.

Ebrû Demîrtepe diyar kir ku gelê Kurd wê Newroza îsal veguherînin agirê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”.

Ebrû Demîrtepe ev tişt jî got: “Bihîstina dengê Abdullah Ocalan û pê re peywendî çêkirin, mifteya deriyê aştiyê ye. Lewma bi bawerî, biryardarî, îrade û israr qadên Newrozê wê bibe sedem ku tecrîd parçe bibe û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ku berxwedêr û parêzvanê aştiyeke bi rûmet e.

Soza me ji gelê me û hemû lehengên me yên ku Newroz gihandine roja îro, ev azadî û yekîtî ye. Agirê destpêkê yê vê salê wê 15’ê Adarê li Depê were pêxistin ku warê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan e. Mazlûm Dogan tarîtiya demê bi sê zilkên şixartayan ronî kiribû. Heman rojê wê li sûrên Amedê ku bi Newrozê re bûye sembol û li Kadîfekaleya Îzmîrê agir were pêxistin. Em jî wê 17’ê Adarê li ber keleha Wanê ku şahidî ji dîroka me re kiriye, agirê Newrozê geş bikin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin ku bibin çirûskê agirê Newroza 2024’an. Dem, dema şikandina tecrîdê û jiyana azad a bi Rêbertî re ye. Dem, dema pêkanîna yekîtiya neteweya Kurd e. Dem, dema bi zimanê xwe yên dayikê xwedî derketina li çand û nasnameya xwe ye.”