Serdana ji bo konê sersaxiyê yê şervanê YBŞ'ê Xelef

Ji bo şervanê YBŞ'ê Mecdel Hesen Xelef ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Gelek kesan serdana konê sersaxiyê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Adarê de êrişeke hewayî dijî Şengalê pêkanî. Di encama êrişê de şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef şehîd bû û duh jî bi merasîmeke girseyî li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate definkirin.

Îro jî li mala şehîd a li Geliyê Rimê ya ser bi nahiya Sinûnê konê sersaxiyê ji bo şervanê YBŞ’ê şehîd Mecdel Hesen Xelef hate vedan û xêra wî hate dayîn.

Li konê sersaxiyê malbata şehîd û şervanên YBŞ’ê pêşwazî li serdana gel ya ji bo sersaxiyê kirin.

Ji malbata şehîd Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Şêx Şemo ji ajansa me re axivî û ev peyam da: “Hevalê Mecdel ji mala Zeroye ku di dema êrişên DAIŞ’ê de dest ji çiyayê Şengalê bernedan. Mamê wî hevalê Kemal jî di nava xebatê de bû û paşê bi nexweşiyê şehîd bû. Hevalê Mecdel bavê 5 zarokan bû. Tevî ku carna malbat jî dixwest dawî li xebatê bîne jî, digot ez heya tola keç û jinên Şengalê ranekim, ezê van cilên berxwedanê ji xwe nekim. Mala Zero timî di fermanan de şehîd dane. Her ev malbat li dijî Osmaniyan jî şer kirin e. Em soz didin şehîd Mecdel û şehîdan, emê tola wan hilînin.”