Di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Babula barandin. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Babula barandin. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafirên şer ên dewleta Tirk di saetên siharê de bombe li gundê Babula yê li Çiyayê Garê ya dikeve li beramberî nahiyeya Şêladizê barandin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, kesên bi navê Seîd Mubarek û Aras Ferec jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku kurê Seîd Mubarek jî birîndar bûye.