‘Divê em bi ruhê hevrê Çiyager xweparastina gelê xwe pêş bixin’

Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê got, "Ji bo vala derxistina êrîşên qirkirinê û serketina şerê gel ê şoreşgerî, divê em bi ruhê Hevrê Çiyager Hêvî re xweparastina gelê xwe li her qadê pêş bixin û xurt bikin."

Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê got, “Em hevrê Çiyager Hêvî şopdarê fermandarê me yê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û her wiha yek ji fermandarên fedaî yên berxwedana xwerêveberiyê ya ku li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pêş ket di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de birêzdarî bibîr tînin û di şexsê şehîd Çiyager Hêvî de em soza girêdanbûna xwe bi hemû şehîdan re dubare dikin.”

Di daxuyaniya Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê de wiha hat gotin:

“Li dijî ‘Plana Hilweşînê’ ya ku dewleta Tirk li ser esasê qirkirina gelê Kurd daye destpêkirin, bi pêşengiya Çiyager Hêvî, Nûcan, Zeryan û Xebatkaran gelê me berxwedaneke dîrokî raber kir û mohra xwe li dîrokê da. Vê berxwedana bi rûmet pêşî li van planên dijmin girt û gelê me yê berxwedêr nîşan da ku asta êrîşê çi dibe bila bibe ew ê serî netewînin û teslîm nebin. Dewleta Tirk a mêtinger ji pêvajoyên berxwedanên xwerêveberiyê heta roja îro êrîş dike û dixwaze encamê bidest bixe. Bi desteka sermayeya gerdûnî, NATO, hevkarên herêmî û xayinan armanc kir ku tevger, rêxistin, destkeftiyên gelê Kurd û hebûna gelê Kurd bi tevahî tasfiye bike. Ji bo vê jî ji her hêlê ve êrîş bir ser hemû nirxên gelê Kurd. Ev êrîş heta roja me ya îro jî dewam dikin. Di pêşengtiya Rêber Apo de têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd zêdeyî pêncî salan bi taybetî di van 9 salên dawî de bi awayekî bê navber û bi tempoyeke bilind berdewam dike. Mîna beriya 8 salan çawa li Sûr, Cizîr, Şirnex, Hezex û Geverê pêk hat, îro jî li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê bi pêşengiya gerîla ev berxwedana bi rûmet dewam dike.

Hevrê Çiyager Hêvî fermandarê berxwedana Sûrê ya bi rûmet, li dijî êrîşên tinekirinê yên dijmin, li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi bawerî, biryardarî û israreke mezin pêşengî ji berxwedana Sûrê re kir. Hestên girêdana wî ya bi Rêber Apo re û hêviyên wî, mezinbûn û xurtbûna berxwedanê diyar kir. Wî her kêlî bêdudilî û bê guman li dijî her cure êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî şer kiriye. Hemû taybetmendiyên ku pêş xistiye û di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin, wekî fermandarekî hînê şervanên xwe jî kir. Ev vîna xurt û bibawer ku bi pêşengiya hevrê Çiyager Hêvî derkete holê, li dijî teknolojiyên pêşketî û çeteyên faşîzma AKP-MHP’ê berxwedaneke serdemê raber kirine. Bi gotina berxwedêrên Sûrê, Komuna Parîsê ya dîrokî hatiye derbas kirin û bi vê berxwedanê re li Sûrê rûpeleke nû ya dîrokê hat vekirin. Ne tenê derbên stratejîk ên giran li keriyên faşîst ên AKP-MHP'ê xistine, di heman demê de ruh û vîna serdemê ji bo gelê Kurd derxist holê. Ruh û vîna ku divê li hemberî êrîşên faşîzan bê nîşandan, derxist holê. Di heman demê de hatiye îspatkirin ku li hemberî êrîşên topyekûn ên tinekirinê yekane vebijêrk berxwedan e.

Hevrê Kemal Pîr ku yek ji pêşengên têkoşîna me ye, sala 1982'an li dijî hemû êrîşên giran ên li zindanên faşîzmê gotibû, 'Ez serketinê di nava vê tevgerê de dibînim'. Hevrê Çiyager ku di sala 1982'an çavê xwe li dinyayê vekir, di berxwedana Sûrê de li dijî hemû êrîşên faşîzmê bi gotina ‘dawî wê bi heybet be’ ev kevneşopî domand. Hevrê Çiyager jî mîna hevrê Kemal Pîr xwedî hêvî, bawerî, biryardarî û girêdana bi xeyalên xwe yên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û jiyana azad bû.

Peywira sereke ya li pêşiya me ew e ku em şerê gel ê şoreşgerî ku rêya pêkanîna armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana azad û jiyana azad e ku xeyala me hemûyan e, xurtir bikin. Di vê pêvajoyê de divê tekane armanc û peywira me hemûyan, berxwedana bi heybet a ku li Îmraliyê bi pêşengiya Rêber Apo û li Herêmên parastinê yên medyayê bi gerîlayên azadiyê re derketiye asta herî jor, li her qadê mezin bikin û belav bikin. Ji bo vala derxistina êrîşên qirkirinê û serketina şerê gel ê şoreşgerî, divê em bi ruhê Hevrê Çiyager Hêvî re xweparastina gelê xwe li her qadê pêş bixin û xurt bikin. Li ser bingeha rastiya gelê şerker, di pêşengiya jin û ciwanan de divê tevahiya gelê me ya bi rûmet a welatparêz bi hemû hêza xwe tevlî bibe û seferber bibe.

Di salvegera şehadeta wî de em careke din di şexsê hevrê Çiyager Hêvî de hemû şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin, girêdana bi wan û bîranîna wan re tînin ziman û soza pêkanîna armanca wan didin.”