Li Qendîlê amadekariyên Newrozê dest pê kirin

Li Binarê Qendîlê amadekariyên Newrozê hatin destpêkirin û banga tevlêbûnê hat kirin.

NEWROZA QENDÎLÊ

Wê Cejna Newrozê îsal li Binarê Qendîlê bi dirûşma “Ji bo Rêber Ocalan azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî” bi tevlîbûna hezaran kesî bê lidarxistin. Ji niha de dest bi amadekirina qada Newrozê hatiye kirin. Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê bi daxuyaniyek çapemeniyê banga tevlîbûna Newroza Qendîlê li gel kir.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Emîne Mihemed daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê şahiya îsal ya Newroza Qendîlê roja 21’ê Adarê di saet 12:00’an de destpêbike. Emîne Mihemed, got: “Gelê me yê hêja, em ê îsal Cejna Newrozê di meha pîroz a Remezanê de pîroz bikin. Her du rojên pîroz bi hevre watedartire. Werin li beramberî dijminan helwesta xwe diyar bikin û bi hevre banga serkeftinê bidîn û bêjin em ê li beramberî we serî netewînin.”

Emîne Mihemed anî ziman ku bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîxwaz a gelên herêmê ew ê Newrozê pîroz bikin û got: “Meşaleya Newrozê 2724 salin venemiriye, rêya me ronî dike û rê nîşanî me dide. Gelê me yê welatparêz, meşaleya Newrozê niha li hemû çiyayên Kurdistanê, li ser çiyayê Zap, Metîna, Ava Şîn û Zagrosan di destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ye. Meşaleya ku niha li Çiyayê Qendîla pîroz e, werin em bi hevre wî agirê Newrozê geş bikin. Werin em bihevre cejna herî kevin a netewî pîroz bikin û banga azadiya Rêber Apo bikin.”