Deklarasyona Newrozê ya 2024'an hate eşkerekirin

Deklerasyona Newrozê ya 2024'an li Amedê hate eşkerekirin. Cejna Newrozê wê îsal bi dirûşma 'Rabe dema azadî û serketinê ye' bê pîrozkirin.

Deklarasyona Newroza 2024’an ku wê îsal 57 jê navend bi giştî li sedan cihan bê pîrozkirin, hate eşkerekirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê deklarasyona têkildarî Newroza 2024’an eşkere kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve hate xwendin.

Deklarasyona Newroza îsal ku wê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serketinê ye” wiha ye:

“Newroz a ku ji bo gelen Mezopotamyayê destpêka biharê û mizgîniya nûbûnê ye, di şexsê gelê kurd de veguheriye agirê berxwedanê yê ku bi sedan sal in didome. Gelê kurd di her dema dîrokê de li hemberî serwer, mêtinger, dagirker û qirkeran; têkoşîn û berdêlên mezin daye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina xwe ya ‘Şerê me tu carî ne li hemberî nîjad, dîn, mezheb an jî koman bû û wê nebe jî. Şerê me li hemberî pêkûtiyan, nezanî, neheqî, paşvehiştin û li hemberî her cure zext û zoriyan bûye’ şerê gelê kurd pênase kiriye. Şerê gelê kurd; şerê hemû gelên dinyayê, hemû bindestan û yê hemû mazluman e.

Newroz a ku ji bo gelê me tê wateya zayîn û jiyaneke nû û çirûska siberojeke azad e; îro gelên Rojhilata Navîn di serî de, bûye rojeke ku hemû gelên dinyayê xwe tê de dibînin, xwedî lê derdikevin û pîroz dikin. Newroz di heman demê de tê wateya têkoşîna gerdûnî ya li hemberî feraseta dewleta faşîst, tekparêz, nîjadperest û zayendperest.

Meşaleya ku bûye sembola têkoşîna Kawayê Hesinkar ê ku li dijî Dehaq têkoşiyaye, piştî sedan salan li Zindana Amedê ya ku tarîtiyeke şevereş, xerabî û îşkence lê hebû di destê Mazlum Dogan de vêketiye û ev vêketin hê jî didome. Meşaleya azadiyê ya ku Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel bilind kirine, rêya hebûnê nîşanî gelê kurd daye; Newroz kiriye Newroz û gelê kurd jî kiriye gelê Newrozê.

Newroza sala 2024’an ya ku em bi vê berxwedan û baweriyê pêşwazî dikin; ji bo em ên ku di bin zextên qirkirinê de, ji bo azadiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Zilma ku bûye sedem Newroz wekî mîrateya berxwedanê derkeve ser dika dîrokê îro jî didome; dijminatiya li hemberî nasname, ziman, erdnîgarî, xweza, av, çiya û ava gelê kurd roj bi roj zêdetir dibe. Li hemberî her cure polîtîkayên qirkirinê, helwesta gelê kurd jî roj bi roj vediguhere berxwedaneke bi heybet. Qadên Newrozê jî qadên herî girîng ên vê berxwedana bi heybet e. Gelê kurd ê ku qadan dikin kongreya gelan û îradeya xwe nîşan dide, wê Newroza îsal veguherîne agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurdan re çareserî.’

Azadiya rêzdar Abdullah Ocalan ê ku paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze li hemû dinyayê belav bûye û tê qebûlkirin, di heman demê de azadiya kurdan û ya hemû gelan e. Rêzdar Abdullah Ocalan di bin pergala îşkenceya Îmraliyê ya 25 salan de, di her hevdîtinê de ya ku bi wî re hatiye kirin de, rêya aştiyeke bi rûmet nîşan daye û wî diyar kiriye ku ji bo vî tiştî amade ye her cure berpirsyariyê bistîne. Lê bi agahînestendina mutlaq re di bin tecrîdeke giran de tê girtin û tê xwestin ku têkiliya wî ya bi dinyayê re were qutkirin. Ji ber vê sedemê, bi bawerî, biryardarî, îrade û israrê re wê qadên Newrozê bibin qadên ku wê tecrîd were parçekirin, azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan ê ku parêzvan û berxwedêrê aştiyeke bi rûmet e, were pêkanîn.

Newroz bi qasî ku berxwedan û azadî ye; yekitî û yekbûn e jî. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her dera dinyayê daxwaza herî sereke û xeyala herî bi qîmet, yekitiya neteweyî ye. Di nav şertên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ku Rojhilata Navîn û dinya ji nû ve tê dîzaynkirin û gelek krîz û firsend tê de hene; berpirsyariya me hemûyan e ku di bin vê qirkirinê de em yekitiyê pêk bînin û li hemberî xiyanet û hevkariya bi neyaran helwestê nîşan bidin. Ev helwest li hemberî gelê me deynekî me ye jî. Em soza yekitî û azadiyê didin gelê xwe û hemû qehremanên ku alaya Newrozê anîne vê rojê.

Meşa me ya azadiyê ya ku di meha cotmehê de di salvegera komploya navneteweyî de hatibû destpêkirin, di meha mijdarê de heta Gemlîkê çûbû, di 1-15’ê sibatê de li bajarên bakurê Kurdistanê geriyabû, bi hêza ku ji qadên 8’ê Adarê stend wê di Newrozê de derbasî qonaxeke nû bibe. Dema em bi ruhê berxwedanê ber bi Newroza Azadiyê ve diçin, hemû bajar, navçe, tax û gundên Kurdistanê di serî de li her derê bi şîara ‘Rabe, Dema Azadî û Serkeftinê ye’ wê Newroz were pîrozkirin. Wê agirê pêşîn ê îsal ê Newrozê di 15’ê Adarê de li Depê were vêxistin ya ku warê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan e ku tarîtiya serdemekê bi sê darikê niftikê ronî kir û ji rêya gelê kurd re bûye ronahî. Di heman rojê de li ser bircên Amedê û Kadîfekaleya Îzmîrê yên ku bi Newrozê re bûne sembol, wê agir werin vêxistin. Di rojên piştî wê jî li bajarên wekî Wan, Êlih, Şirnex, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û di 21’ê Adarê de jî em ê li Amedê tacîdar bikin. Bi vê wesîleyê em bang li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin ku bibin çirûska agirê Newroza sala 2024’an.

Dem dema şikandina tecrîdê û jiyîna azad a bi Rêbertî ye.
Dem dema pêkanîna yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. 
Dema dema xwedîderketina bi zimanê zikmakî ya nasname û çandê ye.
Dema dema helwesta li hemberî dagirkerî, mêtingerî û qirkirinê ye.
Dema dema geşkirina têkoşîna hevpar a gelan e ku divê li hemberî zilmê nîşan bidin.
Dem dema wê ye ku em Newrozên berxwedanê veguherînin Newrozên azadiyê.
 
Newroz Pîroz Be
Newroz Pîroz Bo”