Cenazeyê şehîdê YBŞ’ê bi sonda tolhildanê hate veşartin

Hevserokê Rêveberiya Xweser Nayîf Şemo di merasîma veşartina şervanê YBŞ’ê Mecdel Hasan Xelef Xelîl ê ku di êrîşa balafira bêmirov de şehîd bû, axivî û got, “73 Erdogan hat û çû, lê yek ji wan nekarî vîna gelê Êzidî bişkîne. Vîna me ji berê xurtir e.”

MERASÎMA VEŞARTINA ŞEHÎDAN

Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mecdel Hesen Xelef ku duh li gundê Rezka ya ser bi Sikêniya Tilizêrê di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Destpêkê Mecdel Hesen Xelef bi giranî birîndar bû, piştî rakirin nexweşxaneya Mûsilê şehîd bû. Îro cenazeyê şehîd anîn Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê, paşê bi karwaneke girseyî ji nexweşxaneyê hate girtin û birin mala şehîd a li Geliyê Rimê. Piştî wacîbeyên olî, cenazeyê şehîd birin şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Serdeşta Çiyayê Şengalê.

Hevalên şehîd Mecdel ên têkoşînê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê, ji hemû devera Şengalê gel, sazî û rêveberiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê amadebûn. Di merasîmê de alên YBŞ’ê hatin hildan û timî dirûşmên, piştgiriya bi hêzên parastinê re, ‘Şehîd Namirin, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin.

Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Qendîl Miho destpêkê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Duh hevalê Mecdel di êrîşeke namerdane ya hewayî ya dewleta Tirk de hate hedef girtin. Dewleta Tirk rojane êrîşê Şengalê û milîtanên wê dike. Hevalê Mecdel bi têkoşîna xwe ya di nava YBŞ’ê de tênasîn û 24 saetên xwe di nava têkoşînê de bû, ji bo parastina vî gelî. Her kes dizane her kesek ji bo Şengalê li ber xwe bide û nehêle dijmin êrîşî ser Şengalê bike, tê hedef girtin. Ji bo wê hevalê me hate hedef girtin.”

Fermandarê YBŞ’ê Qendîl Miho di dewama axaftina xwede, diyar kir eger Mecdelek çûbe, bi hezaran keç û xortên Êzidî hene bikevin ser şopa wî û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Gelê me yê hêja, divê em nehêlin dijmin kêfxweş bibe, ji ber îro li vir bisedan Mecdel hene, bihezaran keç û xortên weke Mecdel hene. Hemû şervanên YBŞ’ê, keç û xortên li vir, Mecdel in, hemû şopdarên wî ne û wê di rêya wî de dewam bikin. Bila ticarî dewleta Tirk nebêje, me hevalê Mecdel şehîd xistiye. Ji ber hevalê Mecdel ji bo parastina civaka me li ber xwe da, hate hedef girtin. Divê dewleta Tirk baş bizane, em bi şahadeta hevalan lawaz nakevin, ji ber Şengal bixwînê hatiye rizgarkirin. Emê tu carî dest ji vê xeta hevalê Mecdel bernedin. Tolhildana hevalê Mecdel erka me ye.”

73 ERDOGAN HATIN Û ÇÛN NIKARÎBÛN VÎNA GEL TÊK BIBIN

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo jî di merasîmê de axivî û ji hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan kir, hedek ji Erdogan re deynin û wiha got: “Duh canfedayekî civaka Êzidî hate hedefgirtin û şehîdbû. Şehîd Mecdel têzanîn ji binemala Dayê Zero ye. Binemala Dayê Zero di fermana 74’an de bi xîret, ked û şehîdên xwe têzanîn. Hedefgirtina pêşengên Êzidî tê wateya hedef girtin û tunekirina ola Êzdayetiyê. Tê wateya qirkirina civaka Êzidî û çolkirina Şengalê. Bi van êrîşan hewl didin îradeya Êzidiyan bişikînin. Ev armanc û xeyala Erdogan û Barzaniye. Bila Erdogan û dewleta Tirk a bêxwedê bizane, 73 Erdoganên din beriya wî hatin, lê yek ji wan nekarîn îradeya Êzidiyan bişikîne û vê ola qedîm tine bike. Ev ola ku xwedê çêkiriye, kes nikare tine bike. Vîna me 73 cardin bihêztir e ji ya berê. Yên xwe mirov dibînin û bi navê mirovahiyê diaxivin, divê di zûtirîn dem de hedek ji vê Erdoganê bê xwedê re deynin, ji bo hew zarokên Êzidiyan li çiyayê Şengalê hedef bigire. Em weke Meclîsa Xweser a Şengalê sersaxiyê ji malbata şehîd Mecdel, xizimm û eşîra wî re dixwazin. Dibêjin, ‘Bijî Êzidxana delal’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’.”

Piştî Nayîf Şemo li ser navê malbata şehîd Mecdel, Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Şêx Şemo axivî. Şêx Şemo diyar kir, ewê weke malbata şehîd li ser rêya şehîdê xwebin û wiha axivî: “Balafirên Erdogan ê DAIŞ’î bi hevkarên Osmaniyan re, duh hevalê Mecdel hedef girtin. Malbata Hevalê Mecdel malbateke welatparêz e. Par vê wextê mamê şehîd Mecdel hevalê Kemal jî kete ser rêya şehîdan. Em weke malbata şehîd  şahadeta van pêşengan li gelê Şengalê pîroz dikin. Em serkeftinê ji rêxistina xwe û Rêber Apo re dixwazin. Dibêjin, ‘Şehîd namirin.’”

Piştî axaftinan girseya gel û hevrê şehîd Mecdel, wî bi dirûşma “Şehîd namirin” veşartin.