'Ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye'

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji bo meha Remezanê daxuyaniyek da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe di vê meha Remezanê de hîn mezin bike. Ji ber ku ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye."

MEHA REMEZANÊ

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji ber destpêkirina meha Remezanê daxuyaniyek weşand û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de Misilmanên Kurdistanî yên ku di vê meha Remezanê de dest ji başî û rastiyê bernadin û rojiyê digirin, em ji hemû Misilmanan hêvî dikin ku berê xwe bidin avakirina xwişk û biratiya gel û baweriyan, yekîtiya gelan xurt bikin, xeynê dînin aliyekî, bikin wesîleya zêdekirina piştevaniyê." KCK'ê bang li alema Îslamê kir ku hestên yekîtî, yekbûn, xwişk û biratiya gelan xurt bikin."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Alema Misilman dest bi meheke nû ya Remezanê kir ku roja herî girîng a Îslamê ye û xwedî îbadeta ji bo xêrê ye. Gelên Rojhilata Navîn û civatên Misilman îsal di nava şer de, di bin êrîşên mezin ên qirkirinê de dest bi rojiya Remezanê kirin. Bi milyonan Misilman wê bi êşeke mezin, bi zor û zehmetiyên giran, di nava hilweşînê û şerê qirkirinê de rojiyê bigirin. Em hêvîdarin ku meha Remezanê ya bi xêr a îsal bibe wesîle ku alema Misilman li ser zor û zehmetiyan hîn bêhtir bifikirin, çareseriyê biafirînin û bang dikin ku hestên yekîtî, yekbûn û xwişk û biratiya nava gelan xurt bike.

Êrîşên dewleta Tirk ên li li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Bakur, Şengalê û li her devera Kurd lê ne li dijî gelê Kurd dike, êrîşên dewleta Îsraîlê yên di bin navê êrîşên Hamasê de li dijî gelê Fîlîstînê pênc meh in dike û dibe sedema trajedî û komkujiyan, ti eleqeya xwe bi Îslamê, bi Yahûdîtiyê, bi çanda qedîm a Rojhilata Navîn re nîne. Weke civatên Rojhilata Navîn li dijî van êrîşkariyan yekane çareya me ew e ku yekîtiya wekhev, xwişk û iratî, azadî û demokrasiya gelan, baweriyan û olan mezin bikin, ji bo avakirina Neteweya Demokratîk bixebitin. Bi wesîleya meha Remezanê em bang li Misilmanan û hemû bawermendan dikin ku li dijî Fîrewn û Nemrûdên vê serdemê yên ku pîrozmendiyên olî bi kar tînin, dijminatiyê li gelan dikin, dixwazin civakan li hemberî hev bidin şerkirin, helwestê nîşan bidin. Dewleta Îsraîlê li dijî gelê Fîlîstînê, dewleta Tirk jî li dijî gelê Kurd di dijminatiyê de roj û mehên pîroz nas nakin, di van rojên pîroz de jin, ciwan, zarok, extiyaran qetil dikin. Di navbera van herdu dewletan de gelek peyman û hevkariyên leşkerî, îstîxbaratî, aborî û çandî hene. Dema mijar dibe berjewendî, herdu dewlet li hemberî hev mexdûriyetên gelên Kurd û Fîlîstînê bi kar tînin. Lewma bi wesîleya meha Remezanê ya bi xêr em careke din bang li Misilmanên Tirkiyeyî û gelê Îsraîlê yê xwedî hesta berpirsyariyê dikin ku li dijî mejiyê dewletê yê ku olên me yên bi exlaq û edaletê bi kar tînin, bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk têbikoşin.

Gelên Misilman ên hêja!

Li gorî Quranê, li hemberî êrîşên înkarkirina rastiya gelekî ya bi bikaranîna Îslamê, hemû çalakiyên gelekî berxwedêr rojî ye. Ji bo yên li gorî vê fermanê tevdigerin mikafateke mezin hatiye diyarkirin. Ji ber vê pîvana Îslamî di serî de gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ji bo Kurdên Misilman hemûyan meha Remezanê bi berpirsyariyeke mezin destpê kiriye. Gelê Kurd di bin êrîşên giran ên qirkirinê de ye. Zimanê xwe qedexe ye, çanda xwe bi êrîşên asîmîlasyona çandî di bin qirkirina çandî de ye. Her roj ewladên gelê Kurd bi çekên qedexekirî têne qetilkirin ku cihê vê yekê di nava mirovahiyê de nîne. Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîd û êşkenceyê de ye. Li zindanan gelê Kurd di greva birçîbûnê de ye. Li Rojava, Şengalê, Başûr, li her devera ku Kurd lê ne êrîşên qirkirinê dewam dikin. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, berxwedan û çalakiyên Kurdan ên li hemberî van êrîşan bi qasî Rojiyê xêr e. Li dijî qetlîamkerî, înkar, êşkence û zordariya dewleta Tirk em bang li gelê xwe dikin ku di vê meha Remezanê de têkoşîna xwe hîn mezin bike. Ji ber ku ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne berxwedan mîna îbadetê ye.

Gelê me yê Bakur di pêvajoyeke girîng a têkoşînê de dest bi meha Remezanê dike ku pêvajo berpirsyarî û wezîfeyên girîng dide wan. Bi taybetî em dixwazin pêvajoya hilbijartinê li bîra gelê xwe yê Bakur bixin ku ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê dikare bi roleke girîng rabe. Em li bendê ne ku hûn li ber Îslama ku paşverûtiyê li civakê ferz dike û di çarçoveya berjewendiyên siyasî yên desthilatdariyê rol dilîze rabin, ji bo derdorên ku cewhera demokratîk a Îslamê bi pêş ve dibe, xwedî lê derdikeve, alîgirê demokrasî û azadiyê ye, bixebitin. Mîna her Misilmanekî xwedî exlaq û wijdan, em di wê baweriyê de ne ku alim û seydayên Kurd wê li dijî wan kesan ku pirtûka pîroz û navê Îslamê ji bo nixumandina nebaşiyên xwe bi kar tînin, pîrozmendiyên Misilmanan ji bo xapandin û qetilkirina Misilmanan bi kar tînin, têkoşîneke hîn xurt bimeşînin. Li gorî me, helwesta herî rast û bi exlaq a vê meha rojiyê wê bi vî rengî be. Beriya her tiştî em li bendê ne ku li hemberî yên ku têkiliya xwe bi dewlet a mêtinger re heye, li hemberî hêzên kontra yên mîna Huda Parê ku bi bikaranîna zimanê Kurdî ji Kurdan re xîtab dike, hişyar bin û li hemberî van hêzan têbikoşin. Em dixwazin diyar bikin ku li gorî baweriya me ya Misilmantiyê hêzên mîna AKP-MHP-Huda Par ên dijminê gelan e, bi qirêjkirina Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, her tiştên ku di bin navê xêrê de dixwazin li Kurdistanê di meha Remezanê de belav bikin heram e û bi vê têgihiştinê divê nêzîkatî li hemberî wan bê nîşandan. Her tiştên ku ev minafiqên diz, talanker û derewîn bidin gel, ew tiştên ji gel hatine dizîn e û îro ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve wê tiştên ji gel dizîne li gel belav bikin. Ji ber vê yekê helwesta rast a Îslamî ew e ku Misilman xwe nêzî sifreya wan nekin, tiştên ew belav bikin wernegirin. Ji ber ku tişta di bin navê xêrê de wê belav bikin, bertîl e. Bertîl jî gunehê herî mezin e, herama herî mezin e. Lewma em di wê baweriyê de ne ku Kurdistaniyên Misilman wê li dijî AKP'ê û hêza terorê ya kontra ya mîna Huda Parê helwesteke bi wijdan, exlaqî, helwesteke Îslama rastî nîşan bidin.

Em dixwazin bi bîr bixînin ku fitre û zekatên ji saziyên hevkarên mêtingeriya Tirk re bêne dayin li gorî Îslamê xêreke xwe nîne. Ji ber ku her alîkariya ji van saziyan re bê dayin wê weke amûreke qirkirinê bi rengê çekê li dijî gelê Kurd bêne bikaranîn. Bi wesîleya vê meha Remezanê em bang li gelê xwe yê Misilman ê li Bakur û derveyî welat dikin, ku neçin mizgeftên diyaneta Tirk. Li mizgeftên diyaneta Tirk ji bilî înkar, derew, îftira, fitne, fesadî û komkujiyên li dijî gelê Kurd, ji bilî durûtiyê tiştek nîne. Neçin wan mizgeftan ku her roj heqaretê li nasnameya we ya neteweyî, li hestên we yên olî, li nirxên we yên wijdanî dikin û di şexsê we de ayetan înkar dikin. Nimêja xwe li mala xwe, taxa xwe, bi derfetên xwe li cihên dilnizm bikin ku em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiyeke bi vî rengî wê hîn bi xêr be.

Gelê me yê Başûr di bin êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger de dest bi vê meha Remezanê kir. Em careke din dixwazin li bîra gelê me yê Başûr bixin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî yên li Bakur de, piştgiriya aborî, leşkerî û îstîxbaratî ya ji Başûr werdigire xwedî pareke girîng e. Dewleta Tirk ku dijminê gelê Kurd e, bi sûdwergirtina ji nirxên madî û keda gelê me yê Başûru, bi rêya hevkarên xwe ji bo dagirkirina Başûr û gelê me yê li parçeyên din êrîşan dike. Li dijî vê êrîşkariya mêtingeriyê welatparêzî, ol, îman, exlaq û wijdan ji her demê bêhtir sekneke xurt û bi rêxistinî ferz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê vê meha Remezanê bi berxwedaneke mezin bikin wesîleya biryardariya ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û sekna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana jinê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku du sal in dewam dike, meha Remezanê ya îsal pêşwazî dike. Di vê demê de ku ji ber zextên rejîmê pêvajoyeke xurt a têkoşînê heye, em hêvî dğikin ku hestên yekîtî û hevgirtinê hîn xurt bikin, baweriya bi azadiyê û têkoşîna jinê bilind bikin û berxwedana xwe dewam bikin.

Gelên me yên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di bin gef û êrîşên dewleta Tirk a faşîst qirker de dest bi meha Remezanê ya îsal dikin. Em li bendê ne ku gelên me yên li herêmê li gorî salên derbasbûyî bi têkoşîneke hîn xurtir, bi karên berfireh ên bicihanîna peymana civakî, li ser bingeha xweparastinê bi rêxistiniyeke xurt meha Remezanê ya îsal pêşwazî bikin. Em bang li gelên xwe yên ji pêkhateya Misilman a li herêmê dikin ku bi kûrbûna li ser bilindkirina hişmendiya Neteweya Demokratîk sîstema xwe ya demokratîk û rêxistiniyê xurt bikin.

Misilmanên Kurdistanî yên Hêja,

Di serî de Misilmanên Kurdistanî yên ku di vê meha Remezanê de dest ji başî û rastiyê bernadin û rojiyê digirin, em ji hemû Misilmanan hêvî dikin ku berê xwe bidin avakirina xwişk û biratiya gel û baweriyan, yekîtiya gelan xurt bikin, xeynê dînin aliyekî, bikin wesîleya zêdekirina piştevaniyê. Di serî de ji bo Misilmanên Kurdistanî em hêvîdar in ku meha Remezanê ji bo hemû Misilmanên demokratîk bibe wesîleya xêrê, rojî, dua û nêta wan bêne qebûlkirin."