HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin

HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin.

BÎLANÇOYA MEHA GULANÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

“Dewleta Tirk a mêtinger armanc dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku garantiya siberoja azad a gelê me ye, tasfiye bike û êrîşên xwe yên qirkirinê bigihîne encamê. Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dide, hebûna gelê me diparêze û hêviya wê ya siberoja azad zindî dihêle, di meha Şehîdan Gulanê de berxwedana xwe didomîne û bersiva pêwîst dide xayîn û hevkaran. Hêzên me yên ku li dijî hemû êrîşan bedena xwe dikin mertal û şer dikin, her parçeyekî xaka Kurdistanê bi îradeyeke mezin diparêzin.

DAGIRKERAN 286 CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ, 37 CARAN TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR ANÎN

Artêşa Tirk a mêtinger û sûcdarê şer a ku nikare li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me ber bi pêş ve biçe, car din quralên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî tunelên me 286 caran bi çekên kîmyewî û 37 caran jî teqemeniyên qedexekirî bi kar aniye. Ji xeynî vê çeperên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkopterên êrîşê û bi hezaran caran jî bi hewan, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

82 ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN, 43 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xeta berxwedanê ya şehîdên me yên Meha Gulanê bi rengekî herî xurt derbasî pratîkê kir û ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê ji bo rizgarkirina her parçeyekî xaka Kurdistanê îradeyeke bê hempa raber kiriye û tevî şert û mercên herî zehmet bi rengekî bêteredut bi ser dagirkeran de çûye û çalakiyên bi bandor lidar xistine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîşan rê nade dagirkerkerî û dagirkeran û bi ruhê berxwedan û serketinê ya Şehîdên me yên Meha Gulanê têkoşîna xwe bi rengekî bi bandor meşandiye. Hêzên me di nava vê mehê de; bi giştî 82 çalakî lidar xistin, derbe li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de 43 dagirker ceza kirine û 4 dagirker jî birîndar bûne.

YEK BI YEK SÎHA TÊN XISTIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêvajoya pêşxistina serweriya teknîkê û taktîkê, di meha Gulanê de jî pêşde bir û roja 27’ê Gulanê li asîmanên Qendîlê SÎHA ya Aksûngûr a ayîdê artêşa Tirk a dagirker xistiye xwarê. SÎHA’yên ku artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet bi propagandeyeke mezin qalê dikin, li asîmanên Kurdistanê yek bi yek tên xistin. Artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet ev rastî ji nedîtî ve hatiye û bi ti rengî îtîraf nekiriye. Ji ber ku ev karakterê durû û derewker ê dewleta Tirk tê zanîn, ji aliyên cuda ve dîmenên SÎHA’yên ku hatine xistin, ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku navê israra ji bo siberoja azad û jiyana bi rûmet e, weke hêza pêşeng a Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi layiqî bi cih bîne, wê xwe ji berdêl dayînê nede paş. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mîrateya têkoşînê ya şehîdên me dewr girtiye û mezin bûye, wê teqez bigihije armanca xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’.

Bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer; 245

Êrîşa bi helîkoptera êrîşê; 43

Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî; 37

Êrîşa bi dronên bombebarkirî; 61

Êrîşa bi çekên kîmyewî; 286

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin; 82

WINDAHIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatine cezakirin; 43

Hejamra dagirkerên birîndar bûne; 4

YÊN HATINE ÎMHAKIRIN

Aksûngûr SÎHA; 1

Sîstema Radarê; 1

Kameraya Mobesse; 10

Kepçe; 3

Dron; 1

Konteynir; 1

Kon; 6

Fotokapan; 7

Çeper; 2

YÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN

Hekîkopter; 1

Kepçe; 2

Çeper; 5

Kameraya Mobesse; 1