Îranê kolberek din qetil kir

Hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin û avêtin avê.

KOLBEREK HATE QETILKIRIN

Êrîşên dewleta Îranê yên li dijî kolberan bê navber dewam dikin, li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, di 31’ê Gulanê (2024) de, hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komek kolber kirine. Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrîşê de kolberê bi navê Rehîm Îbrahîm jiyana xwe ji dest daye.

Piştî kolber hat qetilkirin, hêzên Îranê cenazeyê Rehîm avêtin avê.

Kolber Rehîm Îbrahîm xelkê gundê Wilîû ya bajarê Serdeşê ye û bavê 3 zarokane. Li gorî agahiyan piştî 24 saetan, cenazeyê Rehîm ji aliyê xelê herêmê ve li nav avê hate dîtin û derxistin.