Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 caran li artêşa Tirk a dagirker xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla bêçare mane çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn û sûcê şer kirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

30'ê Gulanê saet di 09:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Gulanê saet di 14:47'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31'ê Gulanê saet di 09:15 û 10:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên hewl didan bi pêş ve biçin bi çekên giran çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.

31'ê Gulanê saet di 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

31'ê Gulanê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Hezîranê saet di 13:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31'ê Gulanê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

31'ê Gulanê saet di 10:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31'ê Gulanê saet di 16:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

31'ê Gulanê saet di 16:30 û 17:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.

2'ê Hezîranê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

1'ê Hezîranê saet di 07:50'î de li qada Mîskayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi pêş ve biçin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

30, 31'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 21 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

31'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

29'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

31'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Garê Deşta Kafya, Girê Zengilê, Deriyê Hirçê, Dêreşê 7 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bazê, Serê Metîna û Dergelê 9 caran, li Herêma Xakurkê qada Sinînê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."