Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin û êşkence lê hatin kirin

Polîsan li Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Gelek kes hatin binçavkirin, êşkence li malbata Kalkan hate kirin ku jineke ducanî jî di nav de bû.

QIRKIRINA SIYASÎ Û ÊŞKENCE

Li navendên Artûklû û Qoser ên Mêrdînê di saetên siharê de bi rengekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de birayên bi navê Serhat Akpinar û Bawer Akpinar, Remezan Kalkan, Çekdar Ermîş, Rûbar Kaya û gelek ciwanên ku navê wan nehat zanîn, hatin binçavkirin.

Di serdegirtina mala Ramazan Kalkan a li Taxa Saraçoglû ya li Artukluyê de Kalkan hate binçavkirin. Her wiha bavê Kalkan, Davut Kalkan, birayê wî Agît Kalkan û Emîne Kalkan hatin derbkirin. Ji ber derbkirinê hinek deverên endamên malbatê şikestin, laşê wan reş û şîn bûn. Ji ber derba li endamên malbatê hatibû kirin, xwîn vepeşiyabû ser xalîçeyan û hat zanîn ku Emîne Kalkan ducanî ye. Endamên malbatê çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û ji bo serlêdana sûc rapora derbkirinê standin.