Çiyayên Kurdistanê hêlîna lehengên azadiyê ye

Cotkar Kato ku 5'ê Hezîrana 2016'an li qada Mêrgezer a Cîloyê şehîd bû, yek ji wan gerîlayên azadiyê bû ku bi rengekî herî bi wate jiya. Li pey xwe ala Kurdistanê hişt ku ji bo serketinê li ba ye.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Ciwanên herî leheng, wêrek, bedew, têgihiştî, jîr û zane yên Kurdan nîv sedsal e xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda dikin, welatê xwe bi xwîna xwe av didin. Ew ewladên herî hêja yên gelê Kurd e, nûnerên herî esîl in.

Eger em naxwazin li pêşberî van fedaiyan bi rengekî gunehkar bimînin, divê me ne tenê wan ji bîr nekin, her wiha jiyana wan ji xwe re bikin pîvanek. Eger gelê Kurd ewladên xwe yên ku bi eşqa jiyana azad xwe feda kirin weke pîvaneke jiyanê nepejirîne wê ji aliyê dîrokê ve neyê efûkirin.

Sînan Abî yê ji Elkê û eşîra Gewda ya welatpêz, di sala 1997'an de li Silopiyayê ji dayik bû. Di temenekî gelekî ciwan de têkoşîna jiyanê nas kir. Ew zarokê ji Katoyê rabû zû mezin bû. Bûyerên li derdora wî diqewimîn fêhm kir û fikrê ku yekane rê têkoşîn e, di kesayetiya xwe de bi cih kir. Her ku mezin û têgihiştî bû bû yekî serhildêr.

Apê Sînan ji ber 'Alîkariya bi PKK'ê re' di zindanê de bû. Ji xizmên wî yên li çiyê jî hebûn; xaltîk, xal û xwarzê, biraziyên wî... Yanî PKK û Rêber Apo zû nas kir. Ew pirsgirêka welêt a ku li nava malbata wî û derdora wî timî dihate behskirin wê çawa û ji aliyê kê ve bihata çareserkirin? Wê Rêber Apo ji aliyê kê ve ji wê zindanê bihata rizgarkirin? Timî dixwest vê yekê bike û bi vê armancê mezin bû.

ÇIYA RÊYA JIYANA AZAD E

Hîn di zarokatiyê de rahişt keviran û her roj bi hêrsa li dijî dijmin mezin bû, bi ser panzerên dijmin ve çû. Her ku mezin bû derdora xwe bi rêxistin kir û hevalên xwe di vê têkoşînê de li dora xwe kom kir. Weke çiyayekî li ber xiyanetê û xemsariyê rabû. Li dibistanên sîstemê 11 salan xwend, ti carî nebû kesekî ku li gorî dilê wan dixwestin mezin bike, her tim hêrsa tolhildanê di dilê xwe de çand û sekna bi rûmet mezin kir. Ji ber vê yekê hîn di pola 8'emîn de mamosteyên wî jê re digotin 'tu karên xetere' dike. Her ku Sînan mezin bû wezîfeyên wê jî mezin bûn. Tevlî hemû çalakiyan bû yên ku di nava sîstemê de dikarîbûn bihatina kirin, bi bedena xwe ya ciwan li ber wesayitên bi zirx û mertalên ji hesin rabû. Sînan hîn beriya bibe 17 salî 3 caran hate girtin. Ji dijmin hebû ku wê wî bitirsîne, lê belê her gavê sond xwar ku hîn bêhtir bi doza re dilsoz bibe. Piştî girtina dawî soz da ku careke din neyê girtin û berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û destê dijmin nagihêje.

Sînan di Newroza 2014'an de di ser Cûdî re tevlî nava refên gerîla bû. Navê Cotkar li xwe kir. Li Garê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, bi hêjatîbûna xwe ya bi coş di demeke kurt de pîvanên şervaniyê yên PKK'ê pejirand û xwe ji bo herêma Zagrosê pêşniyar kir. Zarok ji bo gerîla ew qad e ku timî xwe bi pêş bixîne. Cotkar Kato bêyî rawestan dest bi karê herî zehmet kir û wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Cotkar ku cewhera serhildêriyê ya Kato pê re hebû her tim li ber şert û mercên herî giran rabû, bû xwedî sekneke bi dîsîplîn û daxwaza serketinê ku rizgarkirina Rêbertî ji destê dijmin ji xwe re kir armanc.

LI CÎLO TEHMA AZADIYÊ KIR

Li cografya bedew a Cîlo hebûna dijmin soza wî ya tolhildanê her roj li bîra wî xist. Bi vê biryardariyê tevlî gelek çalakiyan bû, vê carê ne bi keviran lê bi bombe û fîşekan li leşkerên faşîst ên dewleta Tirk xist.

Di 5'ê Hezîrana 2016'an de li qada Mêrgêzer a Cîlo şehîd bû. Jiyana ciwan a Cotkar bi têkoşîna azadiyê ya têr û tijî dagirtî bû. Bû yek ji gerîlayên azadiyê ku bi rengê herî bi wate jiya. Li pey xwe jî ala Kurdistanê ya azad ji bo serketinê hişt.