Serdegirtina şaredariya Colemêrgê tê şermezarkirin

Endamên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Şaredariya Colemêrgê û binçavkirina Hevşaredar Siddik Akiş dan.

Polîsên Tirk ku doh bi şev dor li Şaredariya Colemêrgê girtin, serê sibehê avêtin ser şaredariyê. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ku di dema serdegirtinê de li Wanê bû hate binçavkirin.

Endamên DEM Partiyê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî serdegirtin û dorpêçkirinê dan.

Di vê kêliyê de yek ji polîsan diyar kir ku Hevşaredar Akiş bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Alîkarê Hevşaredar Şaban Alkan xwest ku biryar ji wan re bê ragihandin, lê biryar nehate ragihandin.

Şaban Alkan got, "Hilbijartî û personel nikarin bikevin hundirê avahiya şaredariyê. Ji me re gotin, hevşaredarê me ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Li vir talanek heye. Em vê biryarê nas nakin, red dikin."

Polîsan hemû rêyên ber bi şaredariyê dorpêç kirin. Hate ragihandin ku Alîkarê Walî Tayyar Emre Mahmûtoglû çûye şaredariyê. Mahmûtoglû beriya niha alîkarî ji qeyûmtiya şaredariya Colemêrgê re kiribû.

Gelek ji şêniyên Colemêrgê ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin li ber avahiya DEM Partiyê ya Rêxistina Bajêr li hev kom bûn.