BI DÎMEN

Dayika Şehîd Yildirim: Li hemberî vê zilmê êdî bêdeng nemînin

Dayika Mehmet Yildirim ê ji aliyê artêşa Tirk ve şehîd hate xistin Ziynet Yildirim diyar kir ku divê êdî kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û got, "Bila dewlet ji me re nebêje 'xwişk û birayên me yên Kurd'. Em xwişk û bira nînin. Me dikujin."

KOMKUJIYA LI LICÊ

Dayik û xwişka Mehmet Yildirim (Sofî) ku li Licê di êrişa leşkeran de şehîd bû, ji ANF'ê re qala bûyerên di dema operasyonê de kirin.

Xwişka Mehmet Yildirim Kûdret Çelîk anî ziman ku beriya operasyonê qemyonek hat pêşiya gund û leşker jê peya bûn. Çelîk got, "Piştî ku peya bûn hemû li nava gund belav bûn. Dema ku me dengê wesayitan bihîst me fêhm kir ku tiştek qewimî ye, lê belê em nikarîbûn ji malê derkevin û lê binerin. Êvarê bû, ji xwe tarî bû. Piştî 15 deqeyan dengê çekan hate bihîstin. Yekser gule li malê reşandin. Ji ber ku zarok gelekî tirsiyan ew li cihekî veşartin, ji bo ewle bin. Sofî ji aliyekî ve hewl dide hîn bibe bê çi diqewime, li aliyê din jî hewl dide xwe biparêze. Piştre jî hewl dide ji aliyê pişt ê malê derkeve, lê belê dibe hedefa fîşekan. Piştî ku lê dixin dorê li malê digirin û tevî ku zarok û jin tê de bûn guleyan li xaniyê sê qatî direşînin. Fîşek li her devera malê dikevin. Me destpêkê nizanîbûn ku Sofî şehîd ketiye, ji me hebû ku birîndar e. Me hewl dan xwe bigihînin wî. Gulereşandina leşkeran nediqediya, heta ku em ji malê derkevin û me lê nihêrî bê çi qewimî."

Çelîk anî ziman ku piştî dengê çekan sekinî ew ji malê derkevin û texmîn dikirin ku Sofî bi birîndarî ji gund derketiye û got, "Ji me hebû wî bi rengekî xwe ji destê wan rizgar kiriye û gihandiye cihekî ewle. Dema ku me li nava gund nedît, hingî me got, ji gund derketiye, rizgar bûye. Nîvê şevê kurê min ê li Amedê dixwîne geriya, got 'Hûn çi dikin, rewşa we çi ye'. Me jî got, rewş bi vî rengî ye, leşker li gund in. Wî jî got 'Haya we ji xalê min heye', me jî got ji gund derketiye. Got, 'Xalê min şehîd ketiye'. Em jî bi wî rengî pê hesiyan. Piştî ku qetil kirin, leşkeran ew yekser birin. Ji ber wê jî me digot dibe ku rizgar bûye, halbûkî wan qetil kirin û piştre cenaze birin. Heta serê sibehê leşker ji gund derneketin, me nekarî bi kesî re bide û bistîne, me nizanîbûn bê çi bikin. Em ê heta kengî vê zilmê bibînin? Em vê zilmê êdî qebûl nakin. Bi salan e ev dewlet komkujiyan li me dike. Heta kengî wê ev zilm dewam bike?"

LI HEMBERÎ VÊ ZILMÊ ÊDÎ BÊDENG NEMÎNIN

Dayika Yildirim Ziynet Yildirim jî diyar kir ku divê êdî kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û got, "Kurê min piştî ku hat gund, di nava du saetan de leşkeran avêtin ser gund. Hîn haya me ji hatina kurê min çênebû bû, gelo dewlet çawa pê hesiya? Bila heqê kurê min li erdê nehêlin. Cîgera min şewitî, êdî çi bibêjim vala ye. Bila dewlet ji me re nebêje 'Xwişk û birayên min ên Kurd'. Em xwişk û birayên hev nînin. Me dikujin, qetil dikin, biratiya çi? Gelo ez li ber kurê xwe bikevim, li ber zarokên wî yên sêwî mane bikevim, li ber hevjîna wî ya bi zarokên xwe yên biçûk bi tenê maye bikevim, li ber şewitîna kezeba xwe bikevim? Vê dewletê em çiqasî parçe kir?"