TAJÊ û YJŞ'ê name ji DMME'yê re şand: Mafê hêviyê bi cih bînin

TAJÊ û YJŞ'ê têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand û jê xwest, mafê hêviyê bi cih bîne.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin.

Di destpêka nameyê de işaret bi fermana 3'ê Tebaxa 2014'an hate kirin û hate ragihandin ku xelkê Şengalê bi saya şervanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji fermanê rizgar bû û bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan xwe bi rêxistin kir.

Di nameyê de tecrîda li Îmraliyê hate bibîrxistin ku 26 sal in dewam dike û ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

TAJÊ û YJŞ'ê fikarên xwe yên di vê der barê de anîn ziman û gotin, "Eger mafên mirovan heye, wê demê li ku ye? Çima dadgeha mafên mirovan xwedî li qanûnên xwe dernakeve, qanûnên xwe binpê dike?"

Di nameyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi zanebûn mafê hêviyê pêk nîne, ji bo vê jî her carê cezayê dîsîplînê dibire û pirsa "Çima dadgeha mafên mirovan vê lêkolîn nake?' kir.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku ev nêzîkatî nîşan dide ku tecrîd ji nedîtî ve tê û helwesta CPT jî hate bibîrxistin ku li gel bi sedan nameyan jî rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê eşkere nekiriye.

TAJÊ û YJŞ'ê diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye û ev daxwaz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirin:

"Dawî li cezayên dîsîplînê yê dewleta Tirk bê anîn

Derfet bêne afirandin ku doktor serdana Îmraliyê bikin, her wiha hevdîtinên malbatê û parêzeran bi Rêber Ocalan re bêne kirin.

CPT encamên rapora xwe ya serdana Îmraliyê bi raya giştî re parve bike.

Li gorî qanûnên dadgeha mafên mirovan, mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan bi cih bê anîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bê misogerkirin."