Gerîlayan li dagirkeran xist: Konteynirek û mewziyek hat îmhakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê sê caran bi teknîkeke taybet li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de konteynirek û çeperek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku hêzên wan di salvegera Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîranê de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran bi teknîkeke taybet sê çalakî li dar xistine.

HPG’ê diyar kir ku di 1’ê Hezîranê de hêzên wan di saet 08:44, 13:13 û 17:56’an de li Girê Şehîd Pirdogan û Şehîd Gelhat ên herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê li artêşa Tirk a dagirker xistine û got: “Di van çalakiyan de teknîkeke taybet hatiye bikaranîn; konteynirek a dagirkeran û mewziyek hatiye îmhakirin.”