Duşunmez: Em bang li gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin

Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî desteserkirina îradeyê bibin dengê daxwazên rewa yên xelkê Colemêrgê.”

ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ HAT DESTESERKIRIN

Mehmet Siddik Akiş ê ku di hilbijartinên 31'ê Adarê yên li Colemêrgê bi rêjeya ji sedî 48,92'an weke hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê hat hilbijartin, danê sibehê li Wanê hat binçavkirin. Piştî ku Akiş hat binçavkirin şaredarî hat dorpêçkirin. Bertekên li dijî biryara Wezareta Karên Hundirîn a Tirk ku hevşaredar ji peywirê girt û qeyûm şand şaredariyê didomin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez ji ANF'ê re axivî û got: “Gel di 31'ê Adarê de li ser sindoqên dengdanê bersiva herî baş dane polîtîkayên qeyûman ên ku ev 2 serdem didomin. Di pêvajoya hilbijartinê de dewletê hemû derfetên xwe xist dewrê. Lê belê tevî vê yekê jî gel xwedî li îradeya xwe derket. Yên ku li ser nermbûnê û Destûra Bingehîn a nû nîqaşan dikin, di mijara mafên Kurdan de yekser darbeya siyasî dikin. Desthilatê li hemberî destkeftiyên siyasî yên gel durûtiye xwe derxist holê. Daxuyaniyek ku ti eleqeya wê bi hiqûqê re tineye û qeyûmê meşrû dike da. Li ser vê bingehê dijminatiya li hemberî kurdan nîşan dan. Her cûre êrîşan dikin.”

'EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Duşunmez diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşên dewletê li ber xwe bidin û wiha domand: “Yên ku bi hilbijêrên veguheztî û hemû derfetên dewletê bi ser neketin bi mantiqê barbekariyê hewl didin îradeya gel desteser bikin. Em hewl didin li bajêr gelek çalakiyan li dar bixin. Bi salane hewl didin ku derî li gelê Colemêrgê bitewînin, çawa ku di hilbijartinên xwecihî de xwedî li îradeya xwe derket, wê li hemberî vê desteserkirinê jî xwedî li îradeya xwe derkeve. Weke ku me di mînakên berê de jî dît, dema ku gel xwedî li îradeya xwe dernekeve wê rê bide talankirina qeyûman. Me saet di 15:30 de dest bi rêze çalakiyan kir û saet 19:00’an de jî bi tevlîbûna Hevserokên DBP’ê em ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Piştî vê yekê wê çalakî bên lidarxistin. Em ê li dijî vê biryara neqanûnî li ber xwe bidin. Li hemberî vê desteserkirina îradeyê em bang li gelê xwe dikin ku bibin dengê gelê Colemêrgê yên meşrû û bi wan re di nava hevgirtinê de bin.”