BI DÎMEN

HPG'ê şehîdek bi bîr anî

HPG'ê gerîlayê li Meletiyê di 2'ê Hezîrana 2017'an de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Leheng û şervanê gelê Kurdistanê hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr 2'ê Hezîrana 2017'an li Meletiyê di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadeta milîtanê fedaî yê gelê me hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr de wê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Hevrêyê me Azad weke milîtanekî fedaî ji bo serxistina têkoşîna azadiyê her kêliya jiyana xwe mîna derwêşekî hemdem bi wate kir, bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziyê bû milîtanekî fedaî. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û bi coş bû milîtanekî Apoyî yê mînak û li dijî polîtîkayên tasfiyeyê yên li ser Rêberê me û gelê me, hewl da wezîfeyên xwe yên şoreşgerî li dijî dewleta Tirk a qirker bi rengekî hêja bi cih bîne. Ji bo bersivê bide komkujiyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Kerboran, Hezex û Silopiyayê ku artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya Plana Têkbirinê de li Bakurê Kurdistanê kir, ji bo hilanîna tola şehîdan pêşniyar kir, li gorî ruhê demê tevgeriya û li ser xeta fedaîtiyê tevlîbûnek pêk anî.

Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin, li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Azad em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr bi vî rengî ne:

Nasnav: Azad Çekdar Mahîr
Nav paşnav: Huseyîn Gumuş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Makbûle - Îzzet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2017'an / Meletî

Hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr ji malbateke welatparêz a Nisêbînê li navçeya Bismil a Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi nirxên xwe yên cewherî û hişmendiya welatparêziya kûr mezin bû. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû û hîn di zarokatiyê de xwest bibe gerîla. Hevrêyê me di temenekî gelekî ciwan de rûyê asîmîlasyon û qirkirinê yê dewleta Tirk dît, destpêkê li dibistanê kete nava nakokiyan. Piştre jî çû metropolên Tirkiyeyê ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike û rastiya dewleta Tirk hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me fêhm kir ku dewleta Tirk ji bilî koletiyê şensê jiyanê nade gelê me, li hemberî vê sîstema mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Weke ferdekî gelê Kurd xwe ji azadiya gelê xwe berpirsyar dît û ji bo têkoşînê kete nava hewldanan. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li dijî zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê divê hîn bêhtir bêdeng nemîne, bi vî rengî ji xwe re ki armanc ku bide ser rêya hevrêyên me yên fedaî ku jiyana wan meraq dikir. Di demekê de ku şer giran bûbû û fedaiyên Apoyî bi çalakiyên xwe dijmin tarûmar dikir, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Azad ku xwedî kûrbûneke xurt bû, zanîbû ku ji bo lêgerîna xwe ya lêxistina derbê ya li dijmin, cihê pêkanîna vê armancê refên gerîla ye. Li ser vê bingehê di sala 2016'an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Azad bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî armanca xwe ya zarokatiyê pêk anî û di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek. Yek ji gerîlayên ku destpêkê hevrê Çekdar Mahîr - Kamîl Çelebî ku jê bi bandor bû. Piştî ku hevrê Çekdar Mahîr il Xarpêtê çalakiya fedaî kir û şehîd bû hevrêyê me Azad navê xwe kir Azad Çekdar Mahîr. Hevrêyê me Azad ku di rojên destpêkê yên gerîlatiyê de şahidî ji şehadeteke bi vî rengî re kir, xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Bi biryardariya xwe ya ji roja destpêkê ve bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Li qada Amedê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû, ji têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê bi bandor bû. Li ser perspektîfên fedaîbûnê yên Rêbertî kûr bû, ji bo bibe gerîlayekî îdeolojîk û profesyonel xwe kûr kir. Li Amedê ji tecrûbeyên jiyanî, leşkerî û rêxistinî yên hevrê Şehîd Evîn Amed û Şehîd Azad Sîser sûd wergirt. Ji ber vê yekê tevî ku gerîlayekî nû bû timî kete nava lêgerîna çalakiyan. Hevrêyê me Azad pê zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî keda hevrêyan bibe û kûrbûna xwe xurt kir. Hevrêyê me Azad ku di nava kûrbûna çalakiya fedaî de bû, weke şopdarê fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci bi hevrêyên şehîd ve gelekî dilsoz bû. Di nirxandineke xwe ya têkildarî tecrîdkirina Rêberê me de gotibû, 'Pêvajo fedaîbûnê ji me hêvî dike. Dijmin dixwaze roja me tarî bike. Jiyan bê rojê nabe. Çawa ku dar bê rojê, pitik bê dayikê, mirov bê avê nikare bijî, em jî bêyî te nabin. Ev yek rastiyeke; dijmin ji ber ku ji we ditirse di nava tecrîdê de tecrîd dike. Weke fedaiyên Apoyî em ê li dora we bibin xeleka ji agir û tecrîdê bişikînin'. Weke şervanê heqîqetê li ser xeta rastiay şehîdan û Rêbertî heta şehadetê bênavber têkoşiya. Di pratîka gerîla ya salekê de tecrûbeyên mezin bi dest xist. Bi xwendina parêznameyên Rêbertî hewl da bibe milîtanekî xurt û îdeolojîk.

Hevrêyê me Azad ku dianî ziman, ew heyranê berxwedana bi dehan salan a gelê Kurdistanê ye, her tim serbilind bû ku endamê gelekî bi vî rengî têkoşer û berxwedêr e. Ji bo vê jî her tim kete nava lêgerînê ku bibe hêjayî gelê me yê ku nêzî azadiyê bûye. Di nirxandineke xwe de diyar kir ku divê gelê me li hemberî polîtîkayên qirker, înkar û îmhayê yên dijmin hîn baldar be û têkoşîna xwe li her qadê mezin bike. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku azadiya rasteqîn tenê bi vî rengî dikare pêk were.

Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger êrişên xwe yên li ser gelê me zêde kir, weke milîtanekî fedaî û leheng ê gelê me ji bo bersivê bide dijmin, xwest derbeke dîrokî li dijmin bixe. Li ser vê bingehê 2'ê Hezîrana 2017'an li Meletiyê ku warê hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci ye, di şerekî dijî dijmin de heta kêliya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Biryardariya hevrêyê me Azad a ji bo pêkanîna armanca xwe û hilanîna tolê, wê her tim rêya me ronî bike. Di şexsê hevrêyê me Azad de em soza xwe dubare dikin ku bidin ser şopa armancên şehîdên xwe û têkoşîna ku ji me re hiştine bi ser bixînin."