Li dijî xespê heta siharê nobet hate girtin

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, gelek kesan heta siharê nobet girtin.

LI DIJÎ QEYÛM BERXWEDAN

Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a duh li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin didome. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de gelek kesan heta sibê nobet girtin.

Parlamenteran li ser Cadeya Bûlvan a walîtî lê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Li herêma ku parlamenter lê çalakiyê lidardixin bi sedan polîs hatin bicihkirin. Wekîlan heta serê sibê çalakiyên xwe yên nobetê domandin.

Bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya CHP’ê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî îro dê çalakiyeke girseyî were lidarxistin. Saet di 13.00’an de meş dê bê lidarxistin û pişt re li ber avahiya şaredariyê dê daxuyanî bê dayîn.