Xelkê Colemêrgê û kesên hilbijartî li dijî xespkirina vînê çalakî dikin

Bi tevlîbûna Hevserokên DBP’ê û bi sedan kesan li dijî xespkirina vîna Wanê meş hat lidarxistin. Di meşê de ji bo daxuyaniya wê sibê bê dayîn bang hat kirin.

XELKÊ COLEMÊRGÊ LI SER PIYAN E

Li Colemêrgê li dijî tayinkirina qeyûmê bi tevlîbûna sedan kes, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn bayindir, parlementerê herêmê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) meş hat lidarxistin. Girseya ku tevî dorpêça polîsan li kolana Bulvar, Cumhuriyet û Îstîklal meşiyan, dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em serokê diz naxwazin” berz kirin.,

BANG LI GEL HATE KIRIN

Alîkarê Hevserokên Giştî yên Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Ruştu Tiryakî di dema meşê de bang li gel kir û wiha got: “Em li dijî xespkirina vîna xelkê Colemêrgê li vir in. Em ê xwedî li vîna xelkê xwe derkevin. Em ê xespkirina vîna xwe û desthilatdariya qeyûmê qebûl nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku sibê xwedî li vîna xwe derkevin.”

Hevserokn Giştî niha bi parlementer, hilbijartî û gel li Kolana Bulvar çalakiya rûniştinê dikin.