Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bang kir: Heta şaredariya xwe vegerînin em li qadan bin

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, "Heta ku şaredariya xwe vegerînin em dakevin qadan."

ÎNÎSIYATÎFA GEL A KURDISTANÊ

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Gelê Kurdistanê bi darbeyeke nû ya faşîst re rû bi rû ye. Gelê Kurd ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de serketineke mezin bi dest xist, AKP-MHP di asteke welê de têk bir ku nikaribe ji bîr bike. Di encama berxwedaneke mezin de 78 şaredarî hatin bidestxistin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku nikare xwe li vê rabigire, ji bo tola têkçûna xwe hilîne li pey pîlanên nemerdane ye. Girtina şaredarê Colemêrgê nenaskirina îradeya gelê Colemêrgê ye. Tayînkirina qeyûm li şûna wî tê wateya israra li ser siyaseta mêtingeriyê. Gelê Kurd helwesta xwe ya li hemberî van polîtîkayan di 31'ê Adarê de di dema hilbijartinê de û piştre jî li kolanên Wanê nîşan da. Wê ti carî serî li ber darbeya qeyûm netewîne. Mîna ku li Wanê jî rû da, wê destûrê nede desteserkirina îradeyê, heta ku şaredariya xwe vegerîne wê li ber xwe bide. Di serî de xelkê Colemêrgê em bang li gelê xwe yê li tevahiya Kurdistanê û Ewropayê dikin ku xwedî li îradeya xelkê Colemêrgê derkeve, heta ku şaredariya xwe vegerîne li qadan be."