Siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin li ser gora xwe hate bîranîn

Rêxistina Amedê ya DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gora siyasetmedarêw Kurd Vedat Aydin kir.

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Amedê, bi wesileya Cejna Qurbanê siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Merdînê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi bîr anî. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), siyasetmedara kurd Gulten Kişanak, Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bûcak, Parlamentera DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, Malbata Aydin û gelek kes tev li bi bîr anînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyekê rêz girtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahin axivî. Şahîn bi bîr xist ku tevî 33 sal derbasbûnê jî kujerên Vedat Aydin nehatinê cezakirin û wiha got: "Bi ser qetilkirina Vedat Aydın re 33 sal derbas bûn. Heta niha nedîtina kujeran hişmendiya wan ji nîşan dide. Ji bo gelê kurd doza mafê xwe neke bi sedan kes bi awayeki kiryarên nediyar hatin qetilkirin. Lê tevî vê yekê jî gelê kurd dev ji doza mafê xwe û têkoşînê berneda."

Pişt re jî birayê Vedat Aydin,Veysî Aydin axivî û anî ziman ku ew bi wesileya Cejna Qûrbanê aştiyeke bi rûmet dixwazin û ev tişt gotin: "Merheleyeke ku gelê kurd hatiye asteke herî bilind e. Edî ne hewceyê xwîn birije. Bila ev cejn bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet."

Piştre jî parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Danış Beştaş axivî. Beştaş, bal kişand ser polîtikayên necezakirinê û got ku polîtîkayên bi hişmendiya tarî ya salên 90'î ya ji aliyê Tansû Çîler ve pêk dihatin niha bi destê AKP'ê pêk tên. Beştaş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vedat Aydin bi awayekî nemerdane hat qetilkirin. Vedat Aydin yek ji têkoşerên kurdan bû. Ji ber wê yekê jî me cenazeyê wî bi hezaran kesî re veşart. Lê êrişî cenaze kirin û xwestin bertekên gel rawestînin. Lê wê rojê heta niha têkoşîn û berteka me li dijî vê yekê didome. Weke bi sedan kesên ku bi awayekî kiryarên nediyar hatin qetilkirin doza Vedat Aydin jî bi polîtikayên necezakirinê encam girt. Ev polîtîkaya dewletê niha jî bi destê AKP'ê bi girtina siyasetmedarên kurd re didome. Faîlên hemûyan jî diyar e, dewlet e. Lê yên ku windakirin ew in. Bi bilind kirina têkoşîna wan re, yên ku qetilkirin, windakirin."

Siyasetmedara kurd Gulten Kişanak ku di dema danîna qûrnefîlan de axaftineke kurt kir bi lêv kir ku Vedat Aydin di demeke tarî de hatiyê qetilkirin û got: "Heviya me hemûyan ew e ku em rojekê werin ser gora Vedat Aydin û mizgîniya demên ronî bidin wî."

Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li ser gorê bi dawî bû.