BI DÎMEN

Bêrîtan Amed: Li Kurdistanê wê her tim xeta berxwedanê bi ser bikeve

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed anî ziman ku ÎHA û SÎHA'yên dewleta Tirk ji aliyê gerîla ve yek bi yek têne xistin û destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim wê xeta berxwedanê bi ser bikeve.

BERXWEDANA GERÎLA

Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ezmanên Kurdistanê ji aliyê hêzên HPG û YJA Starê ve yek bi yek têne xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Amed têklidarî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Bêrîtan Amed bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dewleta Tirk a dagirker şerê herî giran li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de di asta herî bilind de dimeşîne. Dijmin piştî ku li hemberî berxwedana Rêber Apo li bin ket, êrişên xwe zêde kir. Lê belê ev şer roj bi roj dewleta Tirk hîn bêhtir dixe nava çiravê. Weke encam jî têkçûn ne tenê ji aliyê leşkerî ve ye, di heman demê de ji aliyê aborî û siyasî ye. dewleta Tirk li hemberî gerîla êrişên qirkirinê dike. Di van êrişan de çekên termobarîk, kîmyewî û gelek çekên li cîhanê qedexekirî ne bi kar tîne. Hêzên HPG û YJA Star jî bi berxwedanê bersivê didin êrişan. Em ji Rêberê xwe hînî berxwedan û têkoşînê bûn. Rêberê me li Îmraliyê li ber xwe dide, em jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin."

ÎHA Û SÎHA YEK BI YEK TÊNE XISTIN

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze gerîla têk bibe û got, "Dewleta Tirk nikare gerîla tine bike. Ji ber ku hêza teknîkê û hemû rêbazên qirêj ên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gerîla ve têne têkbirin. Balafir, Kobrayên xwe yek bi yek ji aliyê gerîla ve têne îmhakirin. Dijmin ji ber vê yekê gazên kîmyewî, çekên qedexekirî bi kar tîne. Bi van rêbazên li derveyî mirovahiyê dixwaze encamê bi dest bixe. Artêşa Tirk her çend teknîka şer bi pêş bixîne jî gerîla li hemberî vê yekê alternatîfan peyda dike.

Balafirên keşfê, ÎHA, SÎHA yên ku dewleta Tirk a faşîst timî propagandaya wan dike ji aliyê gerîla ve têne xistin. Yek jê 27'ê Gulanê yek jî 6'ê Hezîranê di nava 10 rojên dawî de 2 ÎHA yên artêşa dagirker ji aliyê hêzên gerîla ve hatin îmhakirin. Dewleta Tirk a faşîst hewl dide vê veşêre. Êdî her kes dibîne bê teknîka artêşa dagirker ji aliyê gerîla ve çawa tê têkbirin. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ezmanê Kurdistanê yek bi yek têne tinekirin. Li Kurdistanê wê xeta berxwedanê her tim bi ser bikeve."