BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Îradeya gel ji hemû êrîşan bihêztir e

Rêveberiya Xweser a Şengalê di salvegera teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê de şehîdên meclîsê bi bîr anî û ev peyam da: ‘Xwestin îradeya piştî fermanê ava bûye, têk bibin. Lê ev îradeya ava bûye, ji hemû êrîşên wan bihêztir e.’

DAXUYANIYA RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ

15’ê Hezîrana 2022’yan Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê sîxûrên PDK-MÎT’ê ve ku civaka Êzidî ji wan re dibêjin, ‘Dijminê kokê’ ve hate teqandin. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Selah Şivan Xidir û Îbrahîm Derwêş şehîd bûn. Desteya Rêveber a Şengalê û Meclîsa Xweser a Şengalê di salvegera teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê li avahiya meclîsê daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas û endama Meclîsa Xweser a Şengalê Neam Xelef ve hate dayîn. 

Destpêkê Xwedêda Îlyas şehîdên meclîsê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘Meclîsa Gel a Sinûnê bi destê xayînan hate teqandin.  Em hemû kesên di vê meclîsê de şehîdbûn ku şehîdên demokrasî û azadiyê ne bi bîr tînin. Hevalê me Îbrahîm Derwêş û Selah Xidir bi destê xayînan şehîd bûn. Êrîşên li ser civaka Êzidî, Kurd û Kurdistanê yên dijminên kokê dewam dikin. 2014’an civaka me ya Êzidî ji cih û warê xwe bû û dijmin nexwest vegerin ser cih û warê xwe. Dema gel vegeriya, îrade û hêza xwe ava kir, vê carê dijmin ji bo têkbirina vê îradeyê kete nava êrîşan. Dijmin naxwaze civaka me îradeya xwe ava bike. Naxwazin hêza parastinê ya gelê me çêbibe.’

‘ÎRADEYA ME Ji TANK Û TOPÊN WAN BI HÊZTIR E’

Xwedêda Îlyas diyar kir ku bila civaka Êzidî piştrast be êdî îradeyek li Şengalê ava bûye û wiha berdewam kir: ‘Em ji gelê xwe re dibêjin, bila piştrast bin, îradeyek li Şengalê ava bûye. Ev jî îradeyeke mirovî, civakî, exlaqî û parastinê ye. Bila gelê me bizanibe em ê ti carî gav bi paş ve ne avêjin. Dijmin bênavber êriş bike jî, êdî ev dem naşibe dema pêşiya fermanê. Em ê li beramber êrîşên dijmin û xayînan gav bi paş ve ne avêjin. Em ê soza ku me daye şehîdên xwe bicîh bînin. Îradeya hatiye avakirin  ji tank, top û êrîşên wan bihêztir e. Îradeya civaka Êzidî ji xayînan xurttir e. 74 fermanan em teslîm nebûne, em ê xwe teslîm jî nekin.’

‘EM Ê ROJ BI ROJ HÊZA XWE XURTTIR BIKIN’

Endama Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Neam Xelef jî bi bîr xist ku Meclîsa Gel a Sinûnê 15’ê Hezîrana 2022’an bi destê sîxûrên dewleta Tirk ve hate teqandin û wiha got: ‘Em Îbrahîm Derwêş û zarokê bi navê Selah bi bîr tînin û êrîşê şermezar dikin. Dema me hêza li çiyayê Şengalê çêkir, me dizanî wê êrîş pêk werin. Lê me gav bi paş ve neavêt. Cara yekem e me di fermanê de hêza xwe ava kir. Piştre zarokên me bi destê dewleta Tirk hatin şehîdxistin. Divê were zanîn em ê gav bi paş ve ne avêjin.’

Daxuyanî bi dirûşmên  ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre xîyanet’ bi dawî bû.