KONGRA GEL 'milîtana pêşeng a avakirina civakî' Raperîn Amed bi bîr anî

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Raperîn Amed bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Milîtana pêşeng a avakirina civakî ye."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL peyamek weşand û got, "Hevala Raperîn Amed di 17'ê Hezîrana 2022'an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Di salvegera 2'yemîn de bi hezkirin û rêzdarî wê bi bîr tînin. Weke endama PKK û PAJK'ê di nava pêvajoya 30 salan a têkoşînê de li hemû parçeyên Kurdistanê wezîfe kir. Di nava karên qanûndanînê de weke alîkara Hevserokên KONGRA GEL di nava dîwanê de bû."

Di dewama peyamê de hate gotin, "Ji bo avakirina sîstema akademî, kooperatîf, meclîs û komunan ku çar hîmên esasî yên konfederalîzma demokratîk in, pêşengî ji karên avakirina civakî re kir. Bi taybetî ji bo serketina karên avakirina civakî di sazîkirina akademiyê de kedeke mezin da ku ji bo komun û meclîsan perwerdeyên pêwîst dide.

Di vê demê de ji bo me gel û tevgera azadiyê wezîfeya bingehîn e ku ji bo serketina kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bixebitin. Ji bo serketinê jî divê kampanya azadiyê û karên avakirina civakî yên demokratîk teqez bi hev re bêne meşandin.

Ji bo hilweşandina sîstema qirker a Îmraliyê ku ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî û rejîma dewleta Tirk a faşîst ve hatiye avakirin, di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk de em sîstema civakî ya alternatîf ava dikin. Li gorî hêmanên neteweya demokratîk, karên avakirina sîstema civakî ya li ser bingeha rêxistinkirin û perwerdekirina gel têne meşandin, armanca herî bingehîn a Têkoşîna Azadiyê ye.

Hevala Raperîn Amed di çarçoveya karên qanûndanînê de bi taybetî karên perwerdekirina gel ên li meclîs û komunan bi eşq û kelecan meşand. Zanîbû ku avakirina sîstema civaka ekolojîk demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinê, mifteya azadiyê ya gelê me û Rêber Apo ye. Bi vê têgihiştin û baweriyê karên avakirinê meşand. Weke Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL em ê vê rêbaza afirîner a hevala Raperîn esas werbigirin ku di karên avakirina civakî de meşand.

Di vê pêvajoyê de ku kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' û karên avakirina civakî rojeva bingehîn e, nebûna hevala Raperîn Amed ji bo me windahiyeke mezin e. Em li pêşberî bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ji bo me wezîfe ye ku karên wê yên nîvco mayî mîna ku ew dixwaze bi encam bike.

Bi navê tevgera azadiyê û gel soza ku me dane hevala Raperîn û hemû şehîdên xwe dubare dikin. Em ê bi avakirina sîstema civakî ya demokratîk û bicihanîna paradîgmaya azadiyê, li ser bingeha azadiya Rêber Apo û gelê me armancên şehîdên xwe pêk bînin. Bi têkoşîneke bêhempa ya ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, şert û mercên serxistina vê yekê hatine afirandin. Em ê bi vê têgihiştin û berpirsyariyê bersivê bidin şehîdên xwe û dîrokê."