Bombe li Binarê Qendîlê hate barandin

Dewleta Tirk li Binarê Qendîlê bi balafirên şer bombe li hin qadan barand.

BINARÊ QENDÎL

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî di derdora saet 15.00’an de bombe li daristana Berê Qepan a li beramberî gundê Endzê ya ser bi bajaroka Sengeser û Çiyayê Derbî ya li bajaroka Wertê barandin.

Têkildarî bombebaranê agahiyên hîn berfirehtir nehatin bidestxistin. Rayedar jî bi rengekî sîstematîk bêdengiya xwe didomînin.

Li gorî îstatîstîkên Tîmên Aştiyê ya Xristiyan (Christian Peacemaker Teams-CPT) tenê di şeş mehên destpêkê yên sala 2024’an de dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 833 êrîş û bombebaran li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkaniye û di van êrîşan de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.