Li Şirnexê çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê

Li Şirnexê di çalakiya nobedê de ku Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina îradeyê da destpêkirin, siyasetmedar û gel li hev kom bûn û cejna xwe pîroz kirin.

Di bernameyê de ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan jî tevlî bûn, biryardariya ji bo xwedîderketina li îradeya gel hate nîşandan.

Parlamenter Newroz Ûysal li Şaredariya Cizîrê di serdana cejnê de axivî û got, "Ji ber vê zilm û bêhiqûqiyê ya li cografya Kurdistanê cejnên me jî mîna cejnê derbas nabin." Newroz Ûysal diyar kir ku çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê dewam dikin û got, gelê Kurd cejnê û nobedê bi hev re dimeşîne.

Newroz Ûysal destnîşan kir ku dema zilm û şerê li Kurdistanê bi dawî bibe, hingî wê cejn bibe cejn.

HEZEX

Parlamenter Zekî Îrmez jî li Şaredariya Hezexê di serdana cejnê de axivî û got, "Hêvî dikim ku ev cejn ji bo gelê Kurd bibe wesîleya azadiyê. Hêviya me xurt e û em ê teqez bi ser bikevin." Îrmez diyar kir ku bi paradîgmaya azadî û wekheviyê re rojên ronahî nêz in.

SILOPIYA

Li pêşiya Şaredariya Silopiyayê jî di serdana cejnê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û endamên din ên partiyê amade bûn. Di serdana cejnê de işaet bi çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm hate kirin û hate ragihandin ku gel wê xwedî li îradeya xwe derkeve.