Tulay Hatîmogûllari: Em ê şaredarvaniyekî civakî û gelparêz bi pêş bixin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li navçeyên Curnê Reş, Wêranşar, û Serêkaniyê serdanên cejnê li dar xistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li navçeyên Curnê Reş, Wêranşar, û Serêkaniyê yên Rihayê serdanên cejnê li dar xistin. Hatîmogullari û şandeya pê re ewil serdana Curnê Reş kirin. Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş bi endamên meclisa şaredariyê re şandeyê pêşwazî kirin. Hevşaredar Paydaş di serdanê de destnîşan kir ku hêj jî welatî ji bo pîrozbahiyan tên şaredariyê û wiha got: “Welatiyekî hate cem min û ji min re, ‘Ez 30 salî me, yekem carê dikevim nav avahiyê şaredariyê’ got.”

Di serdanê de Hatîmogûlları axivî û got: “Curnê Reş ji bo me serkeftinekî mezin bû. 45 sal berê li vê derê 3 endamên meclîsa şaredariyê yên jin hebûn. Em dibinin ku 45 sal berî niha tovên hevserokatiyê li Curnê Reş hatine avêtin. Hilbijartin li 7 navendan hate nûkirin lê belê çavê her kesekî li ser Curnê Reş bû. Bi dubarebûna hilbijartinê careke din wijdan û adaleta gel hate piştrastkirin.”

Hatîmogûllari piştre serdana Şaredariya Wêranşarê kir. Hatîmogûllari li vê derê bi Hevşaredar Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan û endamên meclîsa şaredariyê re cejna hev pîroz kirin û ev tişt gotin: “Em partiyekî ku guhertin û veguherandina civakê wek armanc datînin li pêşiya xwe ne. Hewce ye em di vê pêvajoyê de bêhtir di nava gel de bin. Bila gumanên tu kesê nebin ku em ê şaredarvaniyekî civakî û gelparêz bi pêş bixin.”

 

Şande herî dawî serdana Şaredariya Serêkaniyê kir. Heşaredar Ugûr Kahraman û Rahşan Yazar Hatîmogûllari pêşwazî kirin. Hatîmogûllari di axaftina xwe ya li vê derê de jî wiha got: “Em ê tevî hemû bêderfetiyan jî gilî û gazinan nekin. Em neçar ku çavkaniyên xwe bi xwe hilberînin û xizmetê bi pêş bixin. Dixwaze bila şaredariya me be dixwazî ne ya me be, em ê li her derê li dijî polîtîkayên qeyûm bibin bersiv. Her kesek vê yekê dizane ku qeyûm ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye. Em bertekên gel li gorî bertekên berê baştir dibinin.”