Li Mexmûrê serdana gorên şehîdan hat kirin

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesileya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdan kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan li Saziya kombûn ü bıi meşekê berê xwe dan ser goristanê.

Piştî girse gihişt ser goristanê mûm hatin pêxistin û deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştre li ser navê malbatên şehîdan yên wargehê Mehmûd Zêwkî axivî.

Mehmûd Zêwkî Cejna Qurbanê li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, şehîdên şoreşê û gelê azadîxwaz pîroz kir û wiha got: “Cejna Qurbanê cejna aştî, biratî û lihevhatinê ye. Em alema Îslamê wê cejna xwe pîroz bikin. Lê wek gelê Kurd li ser goristanên şehîdan û li ber deriyên girtîgehan cejna xwe pîroz bike. Tevgera ku herî zêde ji bo aştî û azadiyê bedel dayîn, Tevgera azadiya Kurdistanê ye. Em bi bîr û bawerîne ku emê bi saya şehîdên xwe yên ku em niha li ser gorên wanin, emê azadiyê li Kurdistanê bibînin. Baweriya me xurt ku emê cejneke din bi Rêber Apo û şervanên azadiyê re li ser Sûrên Amedê cejna xwe pîroz bikin.”

Girseya gel bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.