BI DÎMEN

Cîhan Celo: Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser dûr bixe

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo siyaseta Iraqê ya li ser gelê Ereb weke berdewama siyaseta PDK’ê nirxand û got: ‘’Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser a Şengalê dûr bixe. Gelê Ereb û civaka Êzidî li ser fikir û armancekê ne.’’

Beriya fermana 2014’an ku PDK li Şengalê desthilatdar bû, beşek ji siyaseta PDK’ê ya li Şengalê ew bû ku di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb de nakokiyan çêke, wan li hev sor bike û zemîna şer û pevçûnê ava bike. Ji bo bertek bi gelê Ereb re çêbe di benden kontrolê de zehmetî ji wan re çêdikir û nedihişt bi rehetî derbasî nav Şengalê bibin. PDK’ê bi van pêkanînan dixwest kîn û hêrsa gelê Ereb li hemberî civaka Êzidî çêbe. Encamê vê siyaseta qirêj di fermana 2014’an de xwe nîşan da û nakokiyên di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb de kûr bû. Lê piştî ku fikrê netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmê berbelav bû, ev kîn û hêrsa di navbera gelan de rabû û hemû pêkhateyên Şengalê di bin banê Rêveberiya Xweser a Şengalê de bûn yek deng.

‘DANÎNA TÊLAN GAVA YEKEM A SIYASETA IRAQÊ BÛ’

Di demên dawî de vê carê jî dewleta Iraqê zextên li ser gelê Ereb zêde kiriye bi taybet li ser sazî û kesên ku di nav pergala xweseriyê de cih digirin. Serdegirtina malan, girtina pêşeng û rûspiyên gelê Ereb weke siyaseta qûtkirina wan ji pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê tê meşandin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo vê siyaseta Iraqê ji ANF’ê re nirxand û got: ‘’Ji sala 2003’yan heya 2014’an PDK’ê bi hemû rêbazan durûtî di nava civaka Êzidî û Ereb de pêk anî, niha Iraq heman rêbazê dide meşandin.’’

Cîhan Celo bi bîr xist ku yekem gavê vê siyasetê danîna têlan di navbera gundên civaka Êzidî û gelê Ereb de bû û wiha axivî: ‘’Danîna têlan yek ji xalên Peymana 9’ê Cotmehê bû lê îradeya gelê me ev planên wan pûç kirin û vê planê ti bandora xwe li gel nekir. Niha jî dixwazin bi girtin û êşkenceyê bi gelê Ereb gav paş de bidin avêtin.’’

‘EBÛ SEGIR JI BO ÇAVÊ GELÊ EREB BITIRSÎNIN HATE GIRTIN’

Hêzên Iraqê 28’ê Gulanê bi ser mala Endamê Desteya Rêveber a Şengalê û di heman demê de Hevserokê Meclîsa Gel a gundê Bîrcarî Ebû Segir de girtin û ew bi êşkenceyê binçav kirin. Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo girtina Ebû Segir jî bi van gotinan nirxand: ‘’Sedemê girtina endamê Desteya Rêveber ew bû ku Ebû Segir li hemberî planên dewletê yên parçekirina civakan rabûye û dixwazin bi girtina wî çavê gelê Ereb bitirsînin. Dewleta Iraqê xwest di şexsê Ebû Segir de gelê Ereb çavtirsandî bike û ji Rêveberiya Xweser dûr bike, lê gelekî ku bi fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo rabibe û li ber xwe dabe, wê ti carî serî li ber van planan netewîne.’’

‘ŞERVANÊN ÊZIDÎ Û EREB BI HEV RE ŞEHÎD BÛN’

Cîhan Celo bi bîr xist ku piştî fermana 2014’an Şengal bi destê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û wiha berdewam kir: ‘’Civaka Ereb jî ev yek hizir kir ku hêzek û fikrek heye ku dikare wan ji hemû êrişan biparêze û li wan xwedî derbikeve. Îro bi sedan şervanên YJŞ’ê û YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb hene. Bi dehan şervanên Ereb li kêleka şervanên Êzidî şêrê DAÎŞ’ê kirine û gihane asta şehadetê. Madem ku xwîna me tevlî hev bûye û em li ser fikir û armancekê ne û dijminê me yek e, wê ti kes nikaribe xwişk û biratiya di navbeyna me de jî xira bike û pê bileyîze.’’

‘WÊ RÊVEBERIYA XWESER LI EBÛ SEGIR XWEDÎ DERKEVE’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo di dawiya nirxandina xwe de da zanîn ku Ebû Segir 20 roj in girtî ye û di bin êşkencê de ye û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha anî ser ziman: ‘’Ebû Segir ji ber ku li hemberî bê edaletiya dadgeha Iraqê derket, hate girtin û em ti tiştî li ser jiyana wî nizanin. Em nizanin ka di çi rewşê de jiyan dike, me weke Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran serlêdan kirine, me parêzer jî xistine dewrê û ji ber doza wî erkdar kirine. Em weke Rêveberiya Xweser dibêjin em ê ti carî dev jê bernedin heya ku em endamê xwe rizgar nekin.’’