NÛ BÛ

Hozat: Şerê qirkirina Kurdan sedem, hilweşîn û encam e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, şerê qirkirina Kurdan çavkaniya her cûre bêhiqûqî, bêedaletî û hilweşînê ye û destnîşan kir, ku heta sedemên vê yekê ji holê neyên rakirin wê Tirkiye nekeve ser rêyeke rast.

BESÊ HOZAT DINIRXÎNE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tecrîda li Îmraliyê, operasyonên leşkerî, desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê û berxwedana gelan a li dijî vê yekê, şehadetên fedaî yên meha Hezîranê ji Medya Haber TV re nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

"Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin gihîştiye asteke gelekî girîng. Roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe. Lewma di asteke girîng de xwedîderketin heye. Gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, fîlozof ên di asta cîhanê de naskirî ne name ji CPT re şandin. Bi dehan kesayetên ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtine bi heman rengî name ji CPT re şandin. Li her derê bi xurtî parêznameyên Rêbertî têne xwendin û nîqaşkirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî karekî bi vî rengî hate destpêkirin. Ev gelekî girîng e. Fêhmkirin û pejirandina nêrîn û paradîgmaya Rêbertî guhertinên gelekî cidî pêk tîne. Di mejî de guhertinê dike, mirovan û civakê azad dike. Her ku Rêbertî tê fêhmkirinn û pejirandin têkoşîna azadiyê jî mezin dibe.

AZADIYA RÊBERTÎ TÊ WATEYA ÇARESERIYA LI SER BINGEHA DEMOKRATÎK

Ji bo azadiya Rêbertî xwedîderketin û têkoşîneke gelekî xurt pêk tê. Lewma gihandina paradîgmaya Rêbertî li nava civakê û mirovahiyê gelekî girîng e, karekî di asta pîrozmendiyê de ye. Di heman demê de karekî mirovahiyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya civakê û gelan e. Divê weke têkoşîneke azadiyê ya bingehîn bê nirxandin. Ji xwe azadiya Rêbertî û azadiya gelê Kurd bi temamî ketiye zikhev. Ev kar hemû karê ji bo azadiya gelê Kurd e. Karê azadiya gelan û jinan e. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk. Tê wateya azadiya Kurdistanê. Tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Bi temamî ketine zikhev.

Rêbertî kesayek bi tenê nîne! Rêbertî îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike. Rêberê gelekî ye. Lewma pêşketineke biçûk a têkildarî Rêbertî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê wateya pêşketinekê. Tê wateya pêşketinek ji aliyê azadiya Kurdan, azadiya gelan. Lewma pêngava azadiyê ya navneteweyî bi pêşketinên mezin tê meşandin.

Divê ev yek hîn bi xurtî dewam bike. Hin hewldanên ji bo astengkirina vê hene. Di asta dewletên Ewropayê de têne kirin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî li nava civaka Ewropayê, bi giştî jî li nava gelan bandoreke gelekî cidî dike. Guherîn, veguherîn, dînamîzm heye. Sîstema modernîteya kapîtalîst a global diyar e ku ji vê yekê bi fikar e. Lewma ji bo pêşî li pêngava azadiyê bigire û lawaz bike dikeve nava hin hewldanan. Bêguman ên ku komplo pêk anîn ev hêz bûn. Naxwazin paradîgmaya neteweya demokratîk, manîfestoya şaristaniya demokratîk bibe malê civakê û mirovahiyê.

Têkoşîna li hemberî vê jî divê hîn bi xurtî bê meşandin. Li hemberî hewldanên astengkirin û lawazkirinê divê em pêngava azadiyê ya navneteweyî bi du sê qatan hîn mezin bikin, bi pêş ve bibin. Bersiva herî bi wate ya li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî mezinkirin û belavkirina têkoşînê ye. Encamwergirtina ji têkoşînê ye. Ev yek gelekî girîng e.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ CIVAKÎ BIKIN Û BI VÎ RENGÎ BIMEŞÎNIN

Li zindanan ji xwe berxwedan bi xurtî dewam dike ku hîmekî bingehîn ê pêngavê ye. Bi rastî jî li zindanan berxwedaneke cihê rûmetê tê kirin. Her wiha malbatên girtiyan, gelê me di nava têkoşîneke xurt de ye. Bêguman ev têkoşîn divê hîn civakî bibe û bê xurtkirin. Me serdema duyemîn weke civakîbûna pêngavê destnîşan kir. Dost û derdorên demokratîk ên ku ev pêngav dan destpêkirin, li ser vê bingehê perspektîfek destnîşan kirin. Lewma divê em hîn bêhtir civakî bikin û bi xurtî bimeşînin. Yanî di civakîkirinê de dem bi dem kêmasiyên bi vî rengî rû didin. Divê em zû çareser bikin. Ev gelekî girîng e.

Gerîla ji xwe ji aliyê xwe ve pêngavê bi çalakiyên gelekî xurt, bi berxwedanê bi xurtî dimeşîne. Di vê mijarê de tiştekî ku bê gotin nîne. Lê belê divê em lingê pêngavê yê civakî, bexwedana civakî hîn bêhtir xurt bikin. Divê em paradîgmayê, ya heyî bi du sê qatan hîn bi xurtî belav bikin, bi pêş ve bibin.

Ji bo şikandina sîstema tecrîdê ya êşkenceyê bi şênberî niha gavek nayê dîtin. Bi taybetî têkoşîna li ser CPT, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî, bi taybetî têkoşîna civakî ya li ser dewleta Tirk ev hêz bi taybetî jî dewleta Tirk tengav kiriye. Ji aliyê giştî ve hem pêngava rêbertî hem jî têkoşîna tê kirin dewlet jî rejîma faşîst jî xistiye pêvajoya hilweşînê. Ji ber vê yekê gelekî tengav bûye û divê ev zext hîn bêhtir bê girankirin. Parêzer ji bo dîtina Rêbertî timî bi rêk û pêk serlêdanê dikin, girîng e ev bê dewamkirin. Divê parêzer karibin Rêbertî bibînin.

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZADÎ, EWLEKARÎ Û TENDURISTIYÊ YÊN RÊBERTÎ BÊNE MISOGERKIRIN

Rêber Apo rêberê gelekî ye. Hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re zêde wateyeke xwe nîne, lê belê hevdîtina parêzeran xwedî wateyeke mezin e. Divê parêzer karibin Rêber Apo bibînin. Ev mafê herî xwezayî ye. Di hiqûqa Tirkiyeyê de jî ev bi vî rengî ye, di hiqûqa navneteweyî de jî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk bi astengkirina hevdîtina parêzeran sûcekî mezin dike. Sûcê li dijî mirovahiyê dike. Hiqûqê binpê dike. Bêhiqûqiyeke mezin heye. Mafê herî xwezayî û rewa ye. Hevdîtina Rêbertî ya bi parêzeran re, hevdîtina bi gelek derdoran re, mafê xwe yê ragihandin, têkiliya xwe ya bi derve re, mafê wî yê herî xwezayî ye, lê belê bi rengekî bêhiqûqî û bêexlaq tê astengkirin.

Divê parêzer karibin Rêbertî bibînin. Li Îmraliyê hin heval hene ku bi Rêbertî re ne. Malbatên van hevalan ji bo dîtina wan timî serlêdanê dikin. Ji xwe bi giştî tecrîdek heye ku bi taybetî li ser Rêbertî li ser hemû hevalan tê meşandin. Divê ew heval jî karibin malbat, parêzer û wasiyên xwe bibînin. Lê belê Rêbertî ji malbatê bêhtir divê karibe parêzerên xwe bibîne. Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîne. Nabe ku em rewşa Rêbertî û rewşa hevalên din ên girtî yên li Îmraliyê bi heman rengî binirxînin. Rêbertî rêberê gelekî ye, îradeya bi milyonan mirovî ye. Lewma divê Rêber Apo bi esasî karibe parêzerên xwe bibîne. Divê zexta li ser vê mijarê bê zêdekirin û sîstema tecrîdê ya êşkenceyê bê şikandin. Divê şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Rêbertî bêne afirandin.

Xuya ye CPT êdî nikare vê rewşê îzah bike. Lewma jî dem bi dem daxuyaniyan dide, hewl dide îzah bike. Di hevdîtinên heyetan ên bi Konseya Ewropayê re jî heman tengavî tê dîtin. Eşkere ye ku dewleta Tirk jî gelekî tengav bûye. Divê em vê yekê hîn bi xurtî bimeşînin. Bi rastî jî divê mirov li têkiliyên Konseya Ewropayê yên bi dewleta Tirk bipirsin.

Divê mirov li têkiliyên CPT ên bi dewleta Tirk bipirsin. Ev têkiliyeke çawa ye ku hiqûqa navneteweyî ya ku wan bi xwe ava kirine binpê dikin, hiqûqa xwe jî binpê dikin. Hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Ev têkiliyeke çawa ya qirêj e? Divê piştperdeya vê têkiliyê, naveroka wê baş bê fêhmkirin, li hemberî vê yekê têkoşîneke gelekî xurt divê bê meşandin. CPT bi xwe bi eşkere dibêje; Ya li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya êşkenceyê ye, îzolasyoneke mutleq e. Dibêje ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi xwe vê dibêje. Di hevdîtinên heyetê yên bi Konseya Ewropayê re jî heman tiştî dibêjin. Hema bibêje heman tişt e. Û Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye. CPT ji xwe saziyek ser bi Konseya Ewropayê ve ye. Konseya Ewropayê organîzasyoneke siyasî ye, konseyek e. Xwedî taybetmendiyeke navneteweyî ye, karakterekî xwe yê bi vî rengî heye. Niha vê tînin ziman. Madem bi wî rengî ye, tu çima destûrê dide? Tu çima ji nedîtî ve tê? Tu çima dibe şirîkê vê yekê? Kiryarên li Îmraliyê hemû polîtîkayên qirkirina Kurdan e. em timî dibêjin; ev rastiyeke. Navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan polîtîkayên li ser Îmraliyê ne. Polîtîkayên li dijî Rêber Apo ne. Polîtîkayên li wir têne meşandin berfireh bûne. Konseya Ewropayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şirîkê vê ne. Di serî de Emerîka û Îngilistan ên ku komploya navneteweyî pêk anîn şirîkê vê ne. Çima hevkariyê bi van polîtîkayên qirkirinê re dikin?

Di vê mijarê de pêşketinên girîng hene. Divê pêngava kampanya azadiyê ya navneteweyî bi rengekî encamwergirtinê, bi xurtî bê meşandin.

GERÎLA DI NAVA TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DE YE

Li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk, gerîlayên azadiyê têkoşîneke bêeman dimeşînin. Di serî de gelê Kurd her kes rêveçûna vî şerî meraq dike. Di weşana medya AKP-MHP'ê de xuya ye berevajîkirina rewşê heye. Lewma asta heyî ya şer nayê fêhmkirin. Asta şer, asta gerîlayên azadiyê çi ye? Belê, şer bi berfirehî dewam dike. Êriş li Metîna, Rojavayê Zapê giran e. Bi zêdehî çekên kîmyewî têne bikaranîn. Her cûre çekên qedexekirî li hemberî hevalan têne bikaranîn. Ev çek hemû qedexekirî ne, sûcê şer e. Dewleta Tirk her roj, her deqe, her saetê sûcê şer dike. Bi heman rengî bombardûmaneke giran rojane dike. Bi balafirên şer, bi tankan timî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Şer niha bi giranî li Rojavayê Zapê û Metînayê diqewime. Li Metînayê jî PDK'ê rê daye dewleta Tirk. Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Ew dever bi temamî pêşkêşî dagirkeriyê kiriye. Bi her awayî îstîxbarat û piştgiriya lojîstîk dide. Ji bo bi pêş ve biçe derfetan pêşkêş dike, rê paqij dike, dide pêşiya dagirkeran.

ARTÊŞA TIRK LI METÎNAYÊ GELEK KUŞTÎ DA

Dewleta Tirk niha li Metînayê parçe bi parçe, gav bi gav bi pêş diçe. Heval li hemberî vê yekê di asteke cidî de li ber xwe didin. Vê dema dawiyê çalakiyên zêde hene. Li Metînayê gelek kuştî dan. Hevalan li hemberî pêşveçûna dijmin dest bi pêvajoyeke xurt a çalakiyan kirin. Têkoşîn dewam dike.

Li Zapê jî rewş bi heman rengî ye. Li ser şikeftan çekên qedexekirî têne bikaranîn. Li Qendîlê, Xakurkê, Behdînanê her roj balafirên şer bombardûmaneke giran dikin.

Me gotibû, wê dawiya meha Gulanê, destpêka meha Hezîranê şer giran bibe. Niha ya ku diqewime bi vî rengî ye. Êrişeke giran, bombardûman û hewldaneke belavbûnê heye. Li ser ve bingehê êriş dewam dike. Li hemberî vê yekê weke ku min got, heval çalakiyên gelekî xurt dikin. Hevrêyan silav dikim.

Bi taybetî meha Hezîranê li navenda Metînayê, li navenda Rojavayê Zapê çalakiyên gelekî xurt hatin kirin. Dijmin derbên gelekî giran xwar. Di vir de israr dike. Bêguman bi meha Hezîranê re ji xwe re kirin armanc ku şerekî hîn giran bikin. Ji Bradostê heta Garê û Rojavaye Zzapê planeke êrişê kirin. Armanca xwe ev bû. Ev plan hîn jî di rojevê de ye. Lê belê ji bo vê planê di destpêka meha Hezîranê de bixin meriyetê pêwîstiya xwe bi piştgiriyeke hîn xurt hebû. Mînak, bi Iraqê re hin hevdîtin kirin. Piştgiriyeke şênber ji Iraqê xwestin. Ji ber ku niha tengav bûne. Çekên qedexekirî jî di nav de bi her cûre teknîkê êriş dikin. Teknolojiya herî pêşketî ya cîhanê bi kar tînin. Lê belê xitimî ne, yanî çikiyan e. Li Zapê, li Metînayê çikiyan e, nikarin bi pêş ve biçin. Lewma pêwîstiya xwe bi piştgiriya Iraqê heye. Dixwazin bi rengekî şênber pêşmergeyan û Iraqê tevlî vî şerî bikin. Ji ber vê yekê bi Iraqê re nîqaş kirin. Xwestin odeya operasyonê ya hevpar ava bikin. Bi şer re xwestin koordîne bikin. Diyar e ku niha dixwazin vê gavê biavêjin. Lê belê eşker eye ku di vê mijarê de hîn bi Iraqê re li hev nekirine. Zorê didin Iraqê, zextê lê dikin. Lê belê xuya ye Iraqê zext û ferzên Tirkiyeyê bi temamî qebûl nekiriye. Ji ber vê jî gava duyemîn bi vî rengî nikare biavêje. Hêza xwe têra vê nake.

Ji xwe niha dewlet, ev rejîm hildiweşe. Aboriya xwe hilweşiya ye, siyaseta xwe hilweşiya ye. Ew hêza xwe nîne ku bi tena serê xwe wê hêzê li Garê, Qendîlê, Bradostê belav bike. Hêza xwe ya leşkerî, aborî nîne. Di destê xwe de çiqas teknîk hebe jî, çiqasî çekên li dijî mirovahiyê û li derveyî rêbaza şer bi kar bîne jî nikare bike. 3-4 sal in bi çekên qedexekirî şer dike. Bi balafirên şer şer dike. Bi teknolojiyê şer dike li dijî gerîla. Bi teknîkê şer dike lê nikare encamê bi dest bixe. Yanî çikiya ye. Eger Iraq piştgiriyê nede, pêşmerge bi temamî tevlî vî karî nebe nikare bi ser bixîne. Ew hêza xwe nîne. Lewma hewl dide Iraqê tevlî bike. Li ser PDK, YNK'ê hîn bêhtir disekine. Hewl dide YNK'ê jî bîne ser xeta PDK'ê. Hîn dest ji vê bernedaye. Vê dewam dike. Lê belê encama ku dixwaze nikare bi dest bixe. Ji ber ku nikare bi dest bixe nikare plansaziya xwe ya duyemîn pêk bîne.

Bi piştgiriya îstîxbaratê, lojîstîkê, serkêşiyê, rêçêkirinê ya PDK'ê hewl dide leşkeran bigihîne van deveran û parçe bi parçe êriş bike. Li her devera ku xwe digihîne hewl dide serwer bibe, li wir bi cih bibe. Di halê hazir de şerê ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin bi vî rengî ye.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ BERXWEDANA GERÎLA ÎRADEYEKE BÊHEMPA YE

Şer li Bakur jî dewam dike. Em bi giranî timî Başûr dinirxînin. Bêguman şer niha li Başûr giran e. Lê belê li Bakur jî şerekî giran diqewime. Li her eyaleteke Bakurê Kurdistanê operasyon bê navber dewam dikin. Qet navber nedan. Her meh, her roj... Havîn, zivistan, bihar, payîz qet navber nedan, êriş bi salan bênavber têne kirin, operasyon hene. Bi dehan ÎHA, SÎHA li ezmanan e. Ji balafirên şer heta bi helîkopteran. Heta hêza profesyonel û çeteyan. Li her eyaleteke Bakur timî di operasyonê de ne. Bi rastî jî hevalên me yên li wê derê berxwedaneke bêhempa dikin. Îradeyê nîşan didin. Ez gerîlayên li Bakur ji dil pîroz dikim. Îradeyeke bêhempa ye. Bi rastî jî wêrekiyeke mezin e, dilsozî û fedakariyeke bêhempa ye. Hevrê bênavber li hemberî êrişan li ber xwe dan. Niha li hemû eyaletan hêza gerîla heye, li dijî her cûre êrişan li ber xwe dide, çeperên xwe diparêze. Ev gelekî hêja ye.

Bi heman rengî êriş li ser Rojava jî dewam dikin. Ez gelê me û hêzên leşkerî yên li wê derê îradeya wan pîroz dikim. Timî êriş li ser wan tê kirin. Êrişî qadên xizmetê yên gel dikin. Mehên dawî êriş careke din giran kirin. Êrişî qadên jiyanê, cihên xizmetê û binesaziya gel dikin. Ev hemû sûcê şer e, sûcê qirkirinê ye. Li herêmên Rojava yên dagirkirî demografiyê diguherînin. Bi zimanê Tirkî perwerdeyê didin. Li her derê li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî walî tayîn kiriye, dagir kiriye, desteser kiriye. Her roj di nûçeyan de têne weşandin. Mînak li Efrînê perwerdeya şerê taybet didin. Dibistana şerê taybet ava kiriye û perwerdeya profesyonel dide çeteyên li wê derê. Şerekî qirkirinê li wê derê dimeşîne.

Li hemberî vê berxwedan heye. Wê dewam bike. Heta ku înkar û îmhakirina Kurdan dewam bike ev êirş heta ku li Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojava û Rojhilat dewam bikin têkoşîna gelê Kurd jî wê dewam bike. Me dît ku berxwedan encamê bi xwe re tîne. Vê berxwedanê dewleta Tirk xistiye pêvajoya hilweşînê. Desthilatdariya qirker faşîst niha hildiweşe. Berxwedan encamê bi dest dixe.

POLÎTÎKAYA QEYÛM PARÇEYEK JI POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YE

Bi taybetî sekna gelên me pîroz dikim ku di 13-14'ê mehê de li Colemêrgê û Akdenîz a Mersînê di mîtîngan de nîşan da. Ji dema ku qeyûm li Colemêrgê hatiye tayînkirin û vir ve gelê me li her derê di nava berxwedaneke mezin de ye. Bi taybetî li Colemêrgê berxwedaneke bênavber heye, têkoşînek heye. Heta encam bê bidestxistin divê ev yek teqez dewam bike. Bêguman berxwedan divê ne tenê li Colemêrgê be. Li her derê nerazîbûnek heye. Ne rast e ku mirov bibêje nîne lê belê kêm e. Ev yek ne tenê nêzîkatiyek li hemberî Colemêrgê ye, nêzîkatiyek li hemberî gelê Kurd e. Polîtîkayeke qirkirinê ye. Divê qeyûm bi vî rengî bê nirxandin.

Polîtîkaya qeyûm parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê, polîtîkayên îmha û înkarkirina Kurdan e. Dewleta Tirk li ti cihî naxwaze Kurd bibe xwedî îrade. Naxwaze Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe. Rêvebirina xwe tê çi wateyê? Tê wateya hêza xwe, biwatekirina hebûna xwe. Ji bo misogerkirina azadî û hebûna xwe afirandina asteke girîng a pêşketinê ye. Gelekî ku xwe nikaribe bi rê ve bibe mehkûmî koletiyê ye. Ev rastiyeke. Gelê Kurd ji ber ku bi hezaran salan, bi sedan salan nekarî rêveberiya xwe ava bike, nekarî xwe bi rê ve bibe di statuya koletiyê de ma. Mînak, em dibêjin Kurdistan mêtingeh e. Gelekî tê nirxandin; dibêjin polîtîkayên qeyûm hiqûqeke mêtingeriyê ye, hiqûqa dijmin e. Belê, lê belê Kurdistan ne tenê mêtingeheke klasîk e. Rêbertî digot, Kurdistan mêtingeha mêtingehiyê ye. Ya ku li Kurdistanê tê kirin polîtîka û hiqûqa mêtingeriyê ya klasîk nîne. Li Kurdistanê polîtîkayeke mêtingehiya qirkirinê tê meşandin. Mêtingehiyeke xwe dispêre qirkirinê heye. Hatiye dagirkirin, mêtingehkirin, lê belê li welatekî ku hatiye mêtingehkirin hîn jî bi rêk û pêk û bi sedan salan qirkirin tê kirin. Qirkirina çandî tê kirin, qirkirina fîzîkî tê kirin, qirkirina aborî, ekolojîk tê kirin. Yanî li Kurdistanê qirkirineke pir alî heye. Lewma Kurdistan kirine mêtingeha mêtingehiyê. Koletiya li ser Kurdan hatiye ferzkirin gelekî giran e. Lewma xwerêveberî gelekî bi wate ye, gelekî hêja ye. Gelekî xwe bi rê ve dibe xwedî hebûnê ye. Wateyê dide hebûna xwe. Gelekî xwe bi rê ve dibe xwedî baweriya bi xwe û wêrekiyê ye. Lewma azad dibe, dibe xwedî hêza xweparastinê. Ev yek azadî ye. Ev gelekî girîng e.

Mêtingera qirker, dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP a qirker mêtinger naxwaze ev pêk were. Ji ber vê jî sala 2016, 2019'an vê yekê têrê nekir sala 2024'an dixwaze cara 3'yemîn qeyûm li Kurdistanê tayîn bike. Berê jî kiribû. Mînak Şaredariya Êlihê hatibû bidestxistin, Edîp Solmaz hate qetilkirin. Piştre çend şaredarî hatin bidestxistin, dest li hemûyan hate werdan, ew mirov ji wezîfeyê hatin dûrxistin, girtin û êşkence li wan hate kirin. Ji xwe li Tirkiyeyê erkeke zêde ya şaredariyan nîne. Hemû ji Enqereyê têne birêvebirin. Sîstemeke tund a navendîperestiyê heye. Bi rastî jî sîstema netewe dewletê ya Tirk sîstemeke faşîst e.

XESPKIRINA ŞAREDARIYAN PARÇEYEKE POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YE

Lê belê dîsa jî şaredarî di hin mijarên diyar de xizmetguzariyê dikin. Mala gel e. Gel pirsgirêkên xwe dibe. Alîkar dibe û hin saziyan vedike. Qet nebe her çi qas kêm zêde jî be rê nade bişaftinê û asîmîlasyona çandî. Saziyên çandî û zimanî vedikin. Hinekî jî hewl didin rê li ber vê yekê bigirin. Kêm zêde rê li ber kuştinên jinan digire. Saziyên jinan vedike. Bi taybetî jî li Kurdistanê pergala temsîlîyeta wekhev heye. Kêm jî be hewl dide rê li ber van qirkirinên li ser jinan bigire û hewl dide rêxistinbûnekê ava bike. Weke ekolojîk hişmendiyekê ava dike. Di mijara koçberiyê de hin pêngavên çareseriyê diavêje. Di mijara aboriyê de jî xizmetguzariyê dike, qadên xizmet û karî vedike. Bo nimûne naxwazin ev yek pêk werin. Dixwazin gelê Kurd tên hejar be, bêçare be û weke parsekan be, tim mihtacê dewletê, koleyên dewletê bin û tenê ji dewletê re kar bikin. Vê yekê dixwazin. Naxwazin ev gel bibe xwedî zîhniyet, îrade û rêxistin û her wiha naxwaze ev gel xwe bi rê ve bibe û xwe parastina xwe bike. Ji vê yekê ditirsin. Vê yekê weke namûnemana dewletê, pirsgirêkeke pir mezin dinirxînin. Pirsgirêka çi? Ev yek pirsgirêka serwerên Tirk e. A niha hewce ye teqez xespkirina şaredariyan di vê çarçoveyê were nirxandin. Parçeyeke polîtîkayên qirkirinê ye.

A niha dixwazin fersaeteke bi vî rengî ava bikin. Dibêjin ku DEM Partiyê dikarî keseke ku pirsgirêka wî ya yasayî tune, weke namzet nîşan bida û çima vê yekê li ber çavan nagirin? Hema bibêje hin kesên hewl didin ku vê êrîşê rewa bikin, weke tiştekî normal nîşan bidin, hene. Ev mantiq tê rexnekirin; hewce ye zêdetir jî were rexnekirin. Gelo li Kurdistanê kesekî ku derheqê wî de lêpirsîn nehatiye vekirin, neketiye girtîgehê, êşkence nedîtî, bi zextê re rû bi rû nemayî û nehatî terorîzekirin heye? Rejîma AKP û MHP’ê hemû Kurdan weke terorîst û dijminê xwe dibîne. Tu herî mirovê herî paqij jî binî wê ji bo sûcekî derxînin. Çimkî rejîmeke dijminê Kurdan e, dewleteke dijminê Kurdan e. Hewce gel bi van lîstikên şerê taybet nexape. Her wiha ev yek niha tenê ji bo Colemêrgê nayê nîqaşkirin. Gel ya ku li Colêrgê pêk anî, qebûl nake. Divê teqez qebûl jî neke. Teqez heya şaredariya xwe bi dest dixin hewce ye têkoşîna xwe li hemû bajaran bi awayekî berfireh bidomîne. Li hemû bajarên Bakur, navçe û gund û li hemû metrepolan û li her derê… Hewce ye gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, hemû kesên aligirên demokrasî û hiqûqê nerazîbûnên xwe li hemberî xespkirina şaredariyan nîşan bidin. Hewce ye rabin ser piyan û vê yekê qebûl nekin. Lê belê diyar e ku bi Colemêrgê re ne sînordar e.

TÊKOŞÎNÊ REJÎMA AKP Û MHP’Ê YA FAŞÎST TÊK BIR

A niha jî Şaredariyên Amed, Wan û Sêrtê kirine hedefa xwe. Her der, hemû şaredarî niha di hedefa wan de ye. Ger hinekî jî bingeha wê ya civakî ava kir û hinekî hate rewakirin jî armanc dike ku hemû şaredariyan yek bi yek desteser bike. Planeke bi vî rengî heye. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê hewce ye çi were kirin? Yanî hewce ye têkoşîna Colemêrgê ya heyî were berfirehkirin. Divê her der weke Colemêrgê be. Hewce ye Amed rabe ser piyan û têkoşîne bênavber were meşandin. Wan jî, Êlih jî, Mêrdîn jî wisa bikin. Hemû bajarên Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê… Bi milyonan Kurd hene, hêzên demokrasioyê hene; hewce ye têkoşîneke bênavber were meşandin. Bi rastî li dijî van polîtîkayên qirkirinê bersiveke xurt were dayîn û bi paş de gav neyê avêtin.

Têkoşînek heye. Em vê yekê pîroz dikin û silav dikin. Lê belê bi hin deran re sînordar e. Hewce ye ev yek were berfirehtirkirin. Ev yek girîng e. Têkoşîna li hemberî rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst, têkoşîna gerîla, têkoşîna gelê me, pêngava azadiyê bi rastî jî xwe gihand asteke wisa ku rejîma AKP û MHP’ê têk çû. Li hemberî vê têkoşînê têk çû. Niha di nava xwe de pirsgirêkên pir cîdî dijîn. Rejîma AKP û MHP’ê niha di nava krîzeke pir cîdî de ne. Dixwazin vê yekê veşêrin. Yanî niha çarenûsa AKP’ê di destê MHP’ê de ye û her wiha MHP’ê jî di destê AKP’ê de ye. Ji ber wê yekê nikarin ji hev veqetin. Çimkî neçar in. Lê belê di nava xwe de şer dikin. Niha têkoşîna ku em didin meşandin, têkoşîna ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê didin meşandin û sekn û têkoşîna bêhempa ya ku Rêbertiya li Îmraliyê dide meşandin û tekoşîna li derdora wî pêş dikeve rejîma AKP û MHP’ê têk bir. Têk çûn. Li hemberî vê têkoşînê têk çûn. Niha di nava xwe şerekî mezin dikin. Jixwe tifaqa AKP û MHP’ê dawiya AKP’ê anî. Yên mayî jî hatin MHP’yî kirin. Û niha li pêş çavê civakê tu bawerî û rewabûna AKP’ê nemaye. A rastî ji desthilatdariyê ketine. Hatine vê rewşê. Vê tifaqê AKP xist vê rewşê. Niha AKP’yîyên ku ji vê rewşê aciz in jî hene. Dibêjin: ‘’Bes e.’’ Dibêjin: ‘’ Ger em zêdetir bi MHP’ê re kar bikin, em ê bibin partiya tebelayê û ti bandora me namîne.’’ Lê belê nikarin xwe jê xilas bikin jî. Ger xwe jê xilas bikin wê bi temamî bibin partiya tabelayê.

QESTA WAN A NERMBÛNÊ NERMKIRINA CHP’Ê YE

A niha AKP taktîkeke bi vî rengî dide meşandin. Pêşiya xwe berfireh dike; Hewl dide hin hêzên tifaqê ava bike, hewl dide di nava civak û muxalefetêde bingeheke rewa ava bike. Hewl dide pêngavên bi vî rengî biavêje. Bi vê yekê dixwaze têkiliyên xwe yên li gel MHP’ê ji nû ve sererast bike. Lê belê di rewşa heyî de hewl dide ku vê yekê bêyî ku MHP’ê aciz bike û têkiliyên xwe yên li gel MHP’ê qut bike, bike. Çimkî dibe ku felaketên mezin bîne serê xwe. Ji vê yekê jî ditirse. A rastî heman polîtîkayê dimeşînin. Nikare dawî li van polîtîkayên xwe bîne. Di rewşeke bi vî rengî de ye. Ji ber vê yekê çi dike? Bi taybet jî li ser CHP’ê operasyonekê dide meşandin. Dixwaze CHP’ê dîzayn bike. Hewl dide wisa bike ku CHP nikare bibe muxalefet. Qesta wan a nermbûnê, nermkirina CHP’ê ye. Jixwe CHP’ê jî ne xwedî muxalefeteke wisa radîkal e. Lê belê ya heyî jî ditirsîne. Her wiha di hilbijartinên xwecihî de CHP bû partiya yekem. Dibêje ku ger CHP muxalefeteke radîkal bide meşandin, wê ev yek dawiya min bîne. Dibêje: ‘’Jixwe Tevgera Azadiya Kurdan û hêzên demokrasiyê têkoşîneke mezin didin meşandin; û CHP jî tevlî vê yekê bibe, ez nikarim li ser piyan bimînim.’’ Ji ber ku ditirse, çio dike? Hewl dide CHP’ê nerm bike, di nava bingeha CHP’ê û civaka Tirkiyê de ji xwe re bingeheke meşrû ava bike û girêdayî wê yekê siyasetek nû dîzayn bike, xwe berhev bike û ji nû ve hêz û enerjiya xwe berhev bike. Ji ber vê yekê têkildarî CHP’ê operasyoneke bi vî rengî heye. A rastî pergaleke xefikan a di nava xefikan de heye. Em nizanin bê ka muxalefta navpergalî vê yekê çi qasî baş dinirxîne, dibîne û ji vê yekê razî ye. Ev yek weke polîtîkayeke dewletê xwe nîşan dide. Dibe ku aliyê vê yekê yê navneteweyî jî hebe. Dibe ku ev siyaset ji derve jî di qada navneteweyî de jî destekê digire. Dibe ku yên CHP’ê teşwîq dikin, û yên ku AKP’ê teşwîqî vê yekê dikin jî di asta navneteweyî de jî bin. Li hundir jî bêguman aliyên navdewletî hene. Lê belê bi rastî jî ev siyaset tiştekî nade civak û gelên Tirkiyeyê.

ŞERÊ QIRKIRINÊ ÇAVKANIYA HER CURE BÊHIQÛQIYÊ YE

Li Tirkiyeyê ev rastiyek e; heta ku pirsgirêka Kurd li ser esasê demokrasiyê çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe û hiqûq, demokrasî û edalet nayê Tirkiyeyê. Ev xizantî û birçîtî, nayê derbaskirin. Niha qala enflasyonê dikin, hilweşîneke ekonomîk a cidî heye. Krîz derbas kir, rewşeke hilweşînê heye. Sedemê vê yekê çi ye? Şerê qirkirina Kurdan e. Sedem şerê qirkirina li hemberî Kurdan e, encam jî eflasyon e. Rastiya wê eve. Em nikarin pirsgirêkên edalet û hiqûqê yên li Tirkiyeyê, ji şerê qirkirina li hemberî Kurdan cuda binirxînin! Şerê qirkirina Kurdan, çavkanî û sedemê her cure bêhiqûqiyê ye. Sedemê bêedaletiyê ye. Niha li Îmraliyê hiqûq pêk nayê. Sedemê wê çiye? Pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku Rêbertî, weke encamê pirsgirêka Kurd li wir e. Weke sedem û encamê wê li Îmraliyê ye. Sîstema tecrîd û êşkenceyê encama vê yekê ye. Heta ku ev neyê derbaskirin, Tirkiye wê çawa normal bibe?

Mesele heta niha mîtîngên cur be cur ên CHP’ê çêbûn; çû Rîzeyê mîtînga çayê kir; mîtînga genim dike. Ya ku li Rîzeyê bûyî sedema krîza çayê jî şerê qirkirina Kurdan e. Ya ku bûyî sedemê krîza genim a cotkaran jî şerê qirkirina Kurdan e. Hemû çavkaniyên Tirkiyeyê diçin şer, diçin şerê qirkirina Kurdan. Gelo CHP tu çima mîtîngeke li ser sedem û çavkaniya ku bûyî sedemê vê pirsgirêkê, lidar naxî? Evane hemû encam in. Piştî hilbijartinên xwecihî divê projeyeke CHP’ê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hebûya, divê bernameya wê hebûya, divê ev eşkere kiriba. Divê li her derê mîtîngên piralî lidar xistiba. Divê bernameya xwe ji gel re eşkere kiriba. Eger bi rastî jî dixwaze li ser vê yekê vê rejîmê biguherîne, hiqûq û edaletê bîne Tirkiyeyê, rêbaz, tarz û feraseta têkoşînê ya herî xurt ev e. Ya ku herî zêde zorî li vê rejîmê bike û hilweşîne, ev e. Mesele têkildarî vê yekê ti deng nîne. Di vî warî de civak jî tê lîberalîzekirin.

Li aliyekê hêrsa civaka Tirkiyeyê li hemberî vê rejîma faşîst a ku tansiyona wê bilind bûye, zêde bûye. Ji ber ku civak di rewşeke perîşan de ye, dirize. Kiliçdaroglû kolan û qad ji civakê re qedexe kirin. Dema tiştek çêdibû sindoq nîşan da û got, “Qet deng ji xwe dernexin.” Bi ruhê yenîkapiyê hingî ku karî ev desthilatdarî xurt kir û li ser piyan hişt. Niha eger Ozgur Ozel jî li ser encamên ku bûyî sedemê şerê qirkirina Kurdan hin mîtîngan lidar bixe û ji bo kêmkirina vê hêrsa bilind a civakê, kêmkirina tansiyona bilind bûyî, pasîfîzekirina civakê, rewakirina rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û bûyîna hevkarê sûcên wê polîtîkayekê bimeşîne, wê polîtîkayeke cuda ya ji Kiliçdaroglû û Denîz Baykal pêk neyîne. Divê li dijî vê yekê pir xurt bisekine. Bi taybetî divê hêzên demokrasiyê pir baş xwe rêxistin bikin û li dijî vê rejîma faşîst tevgereke berxwedanê ya xurt raber bikin.

ZEMÎNÊ BERXWEDANEKE PIR XURT HEYE

Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ber bi hilweşînê ve ye. Ya ku vê rejîma faşîst bi temamî hilweşîne û bavêje sergoya dîrokê, berxwedana hevpar a yekbûyî ya gelan e. Di vî warî de li Tirkiyeyê bi van hilbijartinên xwecihî re atmosfereke pir girîng derket holê, zemînekî pir xurt ava bû. Li seranserî Tirkiyeyê ji bo rêxistinkirina tevgereke demokrasiyê û tevgereke antî-faşîst, zemîneke pir xurt heye. Niha ya ku vê zemîn û potansiyelê rêxistin bike, hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Têkoşîna hevpar a yekbûyî ya van e. Niha têkoşîneke diyar heye. Lê hîna jî ev têkoşîn tam di potayekê de nebûye yek. Hîna hinekê belave û parçe ye. Yanî sînerjiyeke tam dernaxîne holê. Ji wî alî ve potansiyel û girseyeke mezin heye ku li hemberî vê rejîma faşîst xwedî hêrseke mezin e, vê rejîma faşîst qebûl nake, red dike. Divê mirov vê potansiyelê di potayekî de kom bike. Di têkoşîna hevpar a yekbûyî de, bike yek.

Ev wezîfe dikeve ser milê hêzên demokrasiyê. Di serî de DEM Partî û HDK, dikeve ser milê hemû hêzên demokrasiyê. Ji bo hatina ba hev û meşandina têkoşîna hevpar a yekbûyî, hîn jî lewazî heye. Eger werin ba hev û îradeya têkoşîna hevpar a yekbûyî raber bikin, bi milyonan kes wê li pey wan bikevin nava liv û tevgerê. Serhildanan pêk bînin. Bi milyonan kes ji vê yekê re amade ne. Me ev dît, li pêş çavan e. Wê demê pirsgirêka çi heye? Pirsgirêka pêşengiyê heye. Pirsgirêka avakirina tifaqa xurt a demokrasiyê heye. Pirsgirêka rêxistinkirina têkoşîna yekbûyî ya hevpar û pirgirêka ji civakê re pêşengî kirin, heye. Têkildarî vê yekê hîn jî ev pirsgirêk nehatiye derbaskirin. Divê ev yek bi lez bê derbaskirin. Eger bikare vê yekê bi ser bixîne, li ser CHP’ê zexteke cidî û hîn xurttir çêbike, wê nehêle CHP bikeve kemînên vê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst. Wê bikarin hinekê asteng jî bikin ku nebe hevkarê van polîtîkayên qirêj. CHP tevlî vê yekê nebe jî, dibe ku tabanên CHP’ê bikêşin aliyê xwe. Ji ber ku tabanê CHP’ê jî hîna hewl dide polîtîkayên heyî fêm bike. Hîna wate nedayiyê. Bi guman lê dinêre û pir rexnekar nêz dibe. Dişopîne, hewl dide fêm bike û xwedî bertek e. Ew beşeke mezin e. Dibe ku wê beşê jî bikêşin cem xwe. Divê ev yek bê pêşxistin. Mesele tevgera ekolojiyê her ku diçe li Tirkiyeyê pêş dikeve. Jixwe li Kurdistanê weke parçeyekî polîtîkayên qirkirinê, qirkirineke ekolojîk heye. Li her derê ocaxên madenê, li her derê HES, bendav, ocaxên xîzê, petrol; yanî xwezaya Kurdistanê xera dike, ekolojiyê ji holê radike, zindiyan tune dike û atmosferê diguherîne. Niha heman polîtîkayan jî li Tirkiyeyê bi rant û talankirina xwezayê dimeşîne.

Li Colemêrg berxwedaneke gelê me hebû, pêş dikeve. Li Dersimê berxwedaneke ku li dora Mûnzûrê pêş dikeve heye. Dibe ku parçe parçe be lê li her derê berxwedan heye. Li Îkîzdere, Akbelen, Çiyayê Kaz û Foça ya Tirkiyeyê jî berxwedan hene. Pêş dikeve, lê parçe parçe ye. Mînak; eger em karibin vê tevgera ekolojiyê veguherînin tevgereke ekolojiyê ya hevpar a yekbûyî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, em dikarin heta asteke mezin pêşî li vê qirkirina ekolojîk bigirin. Ev yek wê derbeke mezin li faşîzmê bide.

BERXWEDAN BELAV E Û PIRSGIRÊKA PÊŞENGTIYÊ HEYE

Ev berxwedan jî parçe parçeye û belav bûne. Divê bi awayekî lezgîn ev bê derbaskirin. Ev yek jî têkoşîna demokrasiyê ye. Xebateke berfireh e ku hewcehî bi rêxistinkirina tifaq û tevgerek demokratîk a hevpar û yekbûyî heye. Di rastiyê de bi hev re ne, yekbûyî ye ji xwe. Têkoşîna jinê jî wiha ye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi rastî jî tevgereke jinê ya mezin dibe heye. Tevgera jinê gelekî xurt e. Heke em bikaribin vê bi rengekî pir xurt li kêleka tevgera demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bidin meşandin, ev faşîzm rojekê jî li ser piyan namîne. Lê pirsgirêka pêşengiyê heye. Ji ber ku pirsgirêka pêşengiyê heye, ev astengî nayê derbaskirin. Divê bi lez ev yek bê derbaskirin.

MEHA HEZÎRANÊ MEHA ŞEHÎDÊN FEDAÎ YE

Meha Hezîranê meha şehîdên fedaî ye. Ez hemû şehîdên meha Hezîranê û şoreşê bi taybetî di şexsê Hevrê Zîlan, Sema û Gulan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînim.

Ji bilî van hevrêyan, şehîdên me yên gelekî hêja jî di meha Hezîranê de hene. Bi taybetî jî Hanim Yaverkaya ku yek ji şehîdên me yên destpêkê yên meha Hezîranê ye, hevrêyeke ku di meha Hezîranê de şehîd bûye. Ji bilî wê hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, hevrêyên mêr Alî Piling û Fazil Botan jî di vê mehê de şehîd bûne.

Dîsa şehadeta 10 hevrêyên me yên ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên qirkirinê li ser Filîstînê ji bo parastina gelê filîstînê şer kirin û şehîd bûn di vê mehê de. Di heman demê de şehadeta endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla jî di vê mehê de ye. Şehadeta Huseyîn Cevahîr ê ji Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê jî di meha Hezîranê de ye.

Ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê, Tevgera Şoreşger a Ereb, yanî şoreşgerên mezin ên bi nirx me di vê meha Hezîranê de şehîd dan. Hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînim.

Bê guman çalakiya hevrê Zîlan ji çalakiyeke leşkerî wêdetir, encamên siyasî, civakî û îdeolojîk ên gelekî girîng derxist holê.

Hevrê Zîlan li dijî komploya li ser Rêber Apo çalakiya xwe pêk anî. Di 6'ê Gulana 1996'an de li Şamê komployek li dijî Rêbertî hat pêş xistin. Ev di dîroka me de komploya yekemîn bû. Armanc ew bû ku Rêbertiya me bi awayekî fizîkî tine bikin. Hevrê Zîlan li dijî vê komployê helwestek nîşan da û bersiv da. Ev çalakî ti carî bi tenê di wateya teng de weke çalakiyeke leşkerî nayê nirxandin. Çû û çalakiya fedaî pêk anî û ewqas leşker kuşt, mirov nikare wisa bigire dest û binirxîne. Li cihekî weke Dersimê bê guman travmayeke mezin a leşkerî di dijmin de ava kir. Artêşa Tirk hilweşand, ev mijareke cuda ye.

Hevrê Zîlan hevrêyeke jin e ku di şexsê Rêber Apo de jiyana azad temsîl dike. Di vê wateyê de peyama ku dide dost û dijmin, helwesta ku derdixe pêş, bi rastî jî watedar e. Wateya Rêber Apo ji bo gelê Kurd, gelan, jinan, mirovahiyê çi ye? Hevrê Zîlan bi vê çalakiyê nîşan dide. Mînak piştî vê çalakiyê dewleta Tirk qet newêrîbû tiştekî bi vî rengî demeke dirêj li Şamê bike. Tirseke mezin xist nava dil û mejiyê dewleta Tirk. Dîsa di çavên gelê Kurd, gelan û civakê de ji aliyê fêmkirina rastiya Rêbertî ve hêzeke pir xurt a wateyê nîşan daye. Hêza îdeolojîk nîşan da û bi pêş xist. Ji vî alî ve jî gelekî girîng e.

Helbet pêwîst e di aliyê jinan de pir bi awayekî xweser bê nirxandin. Rêber Apo her tim Hevrê Zîlan weke manîfestoyeke azadiyê nirxand. Û her tim wiha digot: "Zîlan di şer de xeta serketinê û di jiyanê de jî xeta jina azad e." Hevrê Zîlan bi rastî jî kesayeteke bi vî rengî ye. Rê li ber xitimandina taktîkî ya li nava gerîla vekir. Berxwedaneke gerîla, di xeta fedaîbûnê de pêş ket. Pêvajoyeke çalakiyê ya gerîla bi pêş ket. Nûkirina taktîkan derketiye holê.

NIHA BI HEZARAN ZÎLAN HENE

Ev çalakî encamên pir alî û pir girîng pêş xist. Û helbet bandora wê ya li ser jinan pir mezin bû. Hevrê Zîlan pîvanên kevneşopî yên jinê, yên civakê û malbatê red kir. Di rastiyê de jina kole li hemberî rastiya mêrê serdest helwestek mezin nîşan da û darbe lêda. Vê yekê hem di jin hem jî di civakê de rê li ber guhertin, veguherîn û pirsyarîkirinek gelekî xurt vekir.

Em dizanin ku rastiya malbata heyî, malbata bi serdestiya mêr e. Li ser serdestiya mêr û kolekirina jinê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê hem enerjiya jin û mêran dadiqurtîne, dicemidîne û hem jî rûmeta jin û mêr xera dike, bêqîmet dike û dike obje. Ji ber vê di nava têkiliyeke bi vî rengî ya jin û mêr de, di avabûneke bi vî rengî ya malbatî de azadî nîne. Azadî nayê jiyîn. Malbatek bi hişmendiya mêrê serdest hatiye avakirin, zayendîperest e. Di esasê de li ser milk dîtina jin û zarokan hatiye avakirin. Di civakê de rastiya malbetek wisa, çanda malbatî ava dike. Sîstema netew-dewlet û hemû sîstemên desthilatdariyê yên dewletê ji vê rastiya malbatê xwedî dibin.

Di rastiyê de malbat prototîp û dendikê dewletê yê esasiye. Desthilatdarî sîstema dewletê xwedî dike. Çawa ku di malbatê de jin û zarok milkê mêran e, civak jî bûye milkê sîstema desthilatdar a dewletê. Çawa ku di malbatê de jin koleyê mêr e, civak jî bûye koleyê dewletê. Yanî malbat tim koletiyê hildiberîne. Têkiliyên pêvegirêdayî ava dike, bindestî, koletî pêş dixe. Ew ji sedî sed hatiye rewşek wiha ku bi mêran ve girêdayî be. Jineke ku bi mêrekî ve girêdayî be, kole be, dikare azad bibe? Jineke neazad dikare bi mêrekî re hevjiyanek azad bijî? Gelo ev malbat dikare bibe malbateke azad, wekhev, malbateke demokratîk? Gelo pêkan e? Teqez na. Rastiya malbata heyî, rastiya bêhurmetî, bê hezkirin û bêqîmetiya herî mezin a li hemberî jinê ye.

Hevrê Zîlan jî hevrêyekî zewicî bû. Wê têkiliyê red kir. Dît ku di wê têkiliyê de girêdayîbûn û milkbûn heye. Dît ku ev têkiliyeke kole-serwer e, têkiliyeke kole dike û ji ber vê red kir. Niha bê guman bi hezaran Zîlan hene ku di vê xetê de şer dikin.

Lê Hevrê Zîlan pîvanên jiyana azad, civaka azad, malbata azad a demokratîk, mêrê azad û jina azad bilind kir. Bû xetek. Xeta azadiyê bû manîfestoya azadiyê. Ev pir bi wateye. Têkoşîna azadiya jinê di vê xetê de hêzeke mezin bi dest xist. Piştî çalakiya hevrê Zîlan analîzên Rêbertî yên azadiya jinê pir kûr bûn. Li analîzên Rêbertî yên piştî sala 1998’an û şûnde yên li ser jinan binêrin. Li analîzên li ser mêr, malbat, civakê û dewletê binêrin; gelek kûr bûn. Ji aliyê fikrî, îdeolojîk û felsefî ve Rêbertî jî xwedî kir. Rêbertiya ku pêş ket, di heman demê de têkoşîna azadiya jinê jî pêş xist. Niha weke mînak Tevgera Jinên Kurd bi rastî li Tirkiyeyê, li tevahiya Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn û heta li cîhanê tevgera herî xurt e. Îro di cîhanê de Tevgera Jinên Kurd di aliyê îdeolojîk de pêşengiya tevgera jinên cîhanê dike. Ji aliyê îdeolojîk, teorîk, rêxistinî û pratîkî ve jî…

Ji ber vê rastiya Rêbertiyek ku her tim wate pêş xist û kûr kir, îdeolojî kûr kir û di xeta van hevrêyên fedaî de îdeolojiya azadiyê kûr kir derket holê. Kûrbûna di rastiya jinê de têkoşîneke xurt derxist holê.

Niha jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê berê xwe dide tevgera jinê. Bê sînor êrîş dike. Ji ber ku di vê rewşê de tevgera jinê tevgera herî xurt a li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Tevgera berxwedanê ya herî xurt e. Tevgereke têkoşînê ye. Civakê xwedî dike, diguherîne û vediguherîne. Civakê seferber dike. Hêza pêşeng a sereke ye. Hêza dînamîk e. Hêza ku herî zêde rejîma faşîst dixe zorê, ev e. Baş e ew çi dike? Bi her awayî êrîşî tevgera jinê dike. Di çarçoveya êrîşên qirkirinê de êrîşî Tevgera Jinên Kurd ên li Kurdistanê jî dike.

ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ DI BINGEH DE ÎDEOLOJÎK E

Mînak, armanca bingehîn a van tayînkirinên qeyûm, sîstema hevserokatiyê ye. Naxwaze sîstema nûnertiya wekhev bi sazî bibe û bibe çand. Ji ber ku ev yek wê civakeke nû ava bike. Wê li ser bingeha azadî û wekheviya jin û mêr civakeke demokratîk a azad ava bike. Wê sîstemek û polîtîkayek derkeve holê. Nikare tehamula vê bike, êrîş dike. Hevserokan davêje girtîgehan. Sîstemê belav dike. Di vê çarçoveyê de wek mînak girtîgehên Tirkiyeyê bi şoreşgerên jin tijî ne. Bi siyasetmedarên jin, aktîvîstên jin tijî ne. Êrîşî her derê dike. Narkotîk, tecawîz û fihûş êrîşên şerê taybet in ku li dijî xeta azadiya jinê tê meşandin. Armanca van êrîşan paşvexistin, qelskirin û belavkirinê Tevgera Azadiya Jinê ye. Hemû jî di esasê de şideta li ser jinê ye. Ji bo ku îradeya jin bişkîne, teslîm bigire, civakek kole ava bike, jin ji têkoşînê qut bike bi awayekî sistematik polîtîkayek wiha pêş dixe. Ji ber vê yekê dirûşmên mîna; "Şideta li ser jinê polîtîk e” tê berzkirin. Wateya wê gelek teng e. Şîdeta li ser jinê ne tenê polîtîk e; Şîdeta li hemberî jinê bi giranî îdeolojîk e. Siyasî ye ji ber ku îdeolojîk e. Li ser bingeha fikrekê ye; Xwe dispêre hişmendiya bi serdestiya mêr, çanda bi serdestiya mêr. Şîdeta li hemberî jinê xwe dispêre çanda destavêtinê ya pênc hezar salî ya bi serdestiya mêr. Polîtîkayeke pratîkî dimeşîne. Lê belê ev polîtîka xwe dispêre îdeolojî, fikir, çandeke pênc hezar salî ya bi serdestiya mêr, çand û îdeolojiyeke zayendîperest. Niha, mînak ev dirûşme gelemperî kirine. Rojên borî min televîzyonê temaşe dikir. Li hin dibistanan hin mamoste û îmam tecawizî zarokan kirine. Hin çalakiyên protestoyî pêş ketibûn. Di çalakiyan de pankarta li ser, 'Îstîsmarkirina zarokan polîtîk e' dinivîse hildabûn. Îstîsmara çi? Hûn çima nerm dikin? Çima lîberal dikin? Çima ev gotin tê rewa kirin. Tecawiz e. Komkujiyeke zarokan e. Tecawiza zarokan e. Ev rejîm bi rastî jî dixwaze civakeke kole ava bike.

DIVÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ HÎN XURTTIR BÊ MEŞANDIN

Ji destpêkê ve ji xwe armanca wî ev e. Dixwaze civakeke kole ava bike. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, çi dike? Jinan dike hedef. Dixwaze tevgera azadiya jinê, lewaz bike. Dizane ku ne xwedî wê hêzê ye ku bi tevahî tune bike; dixwaze lewaz bike, îradeya wê bişikîne û biçewisîne. Lewma êrîşeke pir alî dimeşîne. Astek wê destdirêjî ye, tundî ye, fûhûş û tiryak e.

Asta din qirkirina ekonomiyê ye. Jin di malê de mehkûmî karê malê hatiye kirin, hatiye kolekirin û ew keda wê jî nayê dîtin. Di aliyê ekonomîk de jin anîne wê astê ku nekare xwe bi rêve bibe. Bask û çengên wê hatine şikandin, hatiye bêhêzkirin. Heman tiştê mesele di qada perwerdeyê de jî dike. Niha mufredateke perwerdeyê derxistine holê. Bi temamî dijminê jinê, bi rastî jî mufredatek dijminê civakê ye. Mufredatek dijminê baweriyan e. Olperest û nîjadperest. Dixwaze bi sîstemeke perwerdeyê ya li gorî xwe, zihniyeta xwe biguhere û bi vî rengî şikil bide nifşên siberojê. Dixwaze civakeke kole ava bike. Pratîka vê yekê jî heye.

Rojên borî min di nûçeyan de dît. Komeke jinên ciwan ên xwendekar. Merasîma wan a mezûniyetê heye, diçin merasîmê. Ji ber cil û bergên wan, nagirin merasîmê. Êrîşeke bi vî rengî zêde dibe. Yanî polîtîkayeke qirkirina jinan. Li her derê şerê psîkolojîk heye. Biçûk dixe, hêsa bênirxtiyê timî pê dide hîskirin. Mesele 24 saet derbas dibin di nûçeyan de. Nivîskarekî tê naskirin e, rojnamevan, siyasetmedar e; tu dinêrî di nava malbatê de şîdetê dibîne. Hunermendek navdar e; di nava malbatê de şîdetê dibîne. Rojnamevan û nivîskarek navdar; di nava malbatê de şîdetê dibîne. Siyasetmedar e; di nava malbatê de şîdetê dibîne. Ji hevjîn û dezgiriyê xwe şîdetê dibîne, tê qetilkirin.

Ev desthilatdariya faşîst, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst polîtîkayeke wisa meşand ku herî zêde çanda zayendperestiyê zêde kir û tundiya li dijî jinê bi dehan qat zêde kir. Jixwe nepêkan e ku encamê ji vê yekê werbigirin. Tevgera Azadiya Jinê li her derê pêş dikeve. Divê ev yek bi rengekî hîn xurttir bê meşandin. Divê yek bi yek hesabê vê yekê ji vê dewleta deshilatdar a mêrsalar bê pirsîn. Jin xwedî wê hêzê ye ku hesabê vê yekê bipirse.