Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan li Agiriyê serdana şaredariyan kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Agiriyê bi boneya cejnê serdana şaredariyan kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tûncer Bakirhan, di çarçoveya Cejna Qurbanê de serdana şaredariyên li Agiriyê kir. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamentera Agirtiyê Neclsa Demîr jî bi Bakirhan re bûn. Şandeyê ewilî serdana Şaredariya Giyadînê kir. Bakirhan û kesê pê re li ber şaredariyê ji aliyê Hevşaredaran Hayat Zorbay û Ednan Dogan ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê pişt re cejna kesên li şaredariyê pîroz kir.

Bakirhan, pişt re derbasî navçeya Avkevir a Agiriyê bû. Bakirhan û şandeya pê re li ber deriyê şaredariyê ji aliyê Hevşaredaran Cemîle Dûman û Mehmet Alî Bûdak ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan ê pişt re derbasî şaredariyê bû, cejna kesên ku ew pêşwazî kirin pîroz kir û demekê bi hevşaredaran re axivî. Şandeyê herî dawî serdana Şaredariya Agiriyê kir û cejna Hevşaredaran Hazal Aras û Memet Akkûş pîroz kirin.

Bakirhan ê di serdanan de axivî û got: “Wêneyê herî baş ê talana qeyûm Gîyadîn e. Şaredarî malên gel in û teminata demokrasiya herêmî ne. Niha dem dema xebitîna bi şev û roj e.”