237 roj in rojnamevan Silêman girtî ye

237 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve girtî ye.

ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 237 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite.

Herî dawî roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.