KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be!

KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got: “Di van şert û mercan de hêvîdar in û baweriya me heye ku gelê me dê di siberojeke nêzîk de bi aramî û azadî cejnên xwe li ser xaka xwe ya azad pîroz bike.”

KNK’Ê CEJNA QURBANÊ PÎROZ KIR

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Sibê cejn e, Cejna Qurbanê ye. Mixabin em di rewşeke dijwar de careke din pêşwaziyê li cejnê dikin. Êrişên qirkirinê yên li ser gelê me li seranserî Kurdistanê berdewam in. Gelê me tê kuştin û siruşta welatê me tê jinavbirin. Ji 10 hezarî zêdetir zîndaniyên siyasî di zîndanên dagirkeran de ne û di bin zext û zilmê de ne. Dagirkerî û gefa dijminan li ser başûr û rojavayê Kurdistanê zêdetir dibe. Li rojhilatê Kurdistanê rojane kolber tên kuştin. Tevî vê yekê li Rojhilat zexta dewletê ya li ser gel zêde bûye û pirsgirêkên civakî roj bir roj kûrtir dibin. Li Başûr pirsgirêkên aborî û civakî berdewam in, heta niha pirsgirêka navçeyên veqetandî nehatiye çareserkirin. Êrişên dewleta Tirk jî zêde bûne. Di heman demê de êrişên li ser Rojava jî berdewam in. Li Bakur şer û têkoşîna ji bo hebûnê berdewam e.

Pêwîst e hemû hêzên Kurdistanê li hember van êrişan rawestin. Bi vê boneyê em daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li dijî êriş û operasyonên dewleta Tirk bi helwest bin, dengê xwe li dijî dagirkeran bilind bikin û cihê xwe di çeperên hêzên parastina Kurdistanê de bigirin.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di van şert û mercan de hêvîdar in û baweriya me heye ku gelê me dê di siberojeke nêzîk de bi aramî û azadî cejnên xwe li ser xaka xwe ya azad pîroz bike. Bi vê boneyê em pîrozbahiyê li girtiyan, li azadîxwazan û li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê dikin.”