Li Metînayê fedayî çarenûsa şer diyar dikin

Gerîlayên li Metînayê ji bo parastina xaka xwe û rûmeta gelê Kurd, her roj bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa Tirk dixin.

BERXWEDANA METÎNA

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi berxwedanên dîrokî û destanan tejî ye. Tevgera Azadiya Kurd nîvsedsal in, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dimeşîne. Niha konsepta dagirkeriyê li Metînayê dijwar bûye. Dewleta Tirk ji Gulanê ve êrîşên xwe hîn mezintir kiriye û dixwaze emela xwe ya dagirkeriyê ya 5 salan bigihîne encamê.

Dewleta Tirk ji bo ku Metînayê bi temamî dagir bike, bi salane serî li her cure rê û rêbazên qirêj da. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan car tank, top, SÎHA, çekên qedexekirî, çekên kîmyewî û taktîk nukleer bi kar anî, lê li dîwarê berxwedana gerîla ket û encam newergirt. Dewleta Tirk bi derewa “tunekirina terora ku ji bo sînorê Tirkiyeyê gef e” teknîka ji NATO’yê wergirtî jî, bi kar tîne û armanc dike ku temamiya Kurdistanê di qirkirinê re derbas bike. Lewma dewleta Tirk a dagirker her zindiyê ku li ser xaka Kurdistanê dijî, ‘terorîze’ dike û lewma ne tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike hedef, gelê sivîl ê li herêmê jî qetil dike û xwezaya Kurdistanê jî talan dike.

XIYANETA HEVKARAN

Li hemberî van hemû êrîşên dermirovî û derexlaqî yên dijmin, dinya jî kor, ker û lal e. Dewleta Tirk a dagirker ruxmî hemû alîkariya NATO’yê jî, nekarî armancên xwe pêk bîne. Dijmin li hemberî berxwedana gerîla bêçare ma û vê carê xwe hembêzî Malbata Barzanî ya hevkar kir. Li Metînayê dagirkerî û xiyanet bi hev re ye. Malbata Barzanî ji bo ku dagirker bi wesayîtên zirxî bikevin herêmê, rêyan çêdike. Piştre ji bo ku dijmin bikare hîn hêsantir bombe li qadê bibarîne, dest bi valekirina gundên li herêmê kir. Malbata Barzanî ya ku ev yek jî bes nedît, ji bo ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê bi cih bibe dest bi avakirina baregehan kir. Ev yek di heman demê de rastiya vê malbatê jî radixe ber çavan. Bi vê xiyanetê xaka Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî radestî dagirkeriyê kirin.

WÊ RÛMETÊ WINDA BIKE, LÊ WÊ TIŞTEKÎ BI DEST NEXE

Eger îro armanca destpêkê ya dijmin tunekirina PKK’ê be, bê guman armanca duyemîn jî tunekirina statuya Başûr e. Malbata Barzanî bi vê hevkariya xwe ji bilî windakirina rûmeta xwe, tiştekî din bi dest naxe. Tevî hemû êrîşan, bêdengiya cîhanê û hevkariyê jî çi dibe bila bibe, gerîla tawîzê ji têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran nade. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî raber dike. Gerîla bi çalakiyên xwe bersiva êrîşên dijmin dide û ji bo jiyan û welatekî azad canê xwe feda dike. Gerîlayên li Metînayê ji bo parastina xaka xwe û rûmeta gelê Kurd, her roj bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa Tirk dixin.

GERÎLAYAN EW LI GIRÊ HEKARÎ ASÊ KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker dixwest hin girên stratejîk bi dest bixe û gerîlayan dorpêç bike. Ruhê berxwedanê ya ku bi pêşengiya fermandar Azê û Nûrî Yekta di tunelên şer ên li Girê Hekariyê de pêş ketî, derbeyeke mezin li dagirkeran xist. Dîsa bi pêngava şoreşgerî ya ku bi pêşengiya gerîlayên fedayî Binevş, Amed û Baran di sala 2022’yan de hate destpêkirin, îtîbara dewleta Tirk hilweşiya. Her wiha pêngava şoreşgerî ya bi pêşengiya lehengên mîna Roza, Hekîm, Rûken, Serhildan, Karasûngûr, Serhed û Nûman di sala 2023’yan de pêk hatî, derbeyeke giran li dagirkeran xist û ew li Girê Hekarî asê kirin.

BERSIVA PÊWÎST JI DAGIRKERAN RE TÊ DAYÎN

Gerîlayan hemû hedefên dagirkeriyê yên li Girê Hekariyê, îmha kirin. Evane hemû bi saya ruhê fedayî yê gerîla ne. Her wiha di tunelên şer ên Girê Ortê de, bi pêşengiya gerîlayên bi navê Berçem, Rustem, Jiyan, Ciwan û Şahîn berxwedan hate raberkirin. Vê berxwedanê mohra xwe li dîroka berxwedana gelê Kurd xist. Fedayiyên Rêber Apo bi sekneke lehengane bersiva pêwîst dan hêzên dagirker. Gerîlayan car din bi berxwedan û çalakiyên xwe nîşan dan ku li çiyayên azad cih ji dagirkeriyê re tune ye. Ev sekin û berxwedana gerîla îro ne tenê li Metînayê, li her parçeyê xaka Kurdistanê dewam dike.