Peyama PJAK’ê ya bi boneya Cejna Qurbanê

Komîteya Dîn û Baweriyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got ku Cejna Qurbanê bila bibe wesîleya bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

CEJNA QURBANÊ

Komîteya Dîn û Baweriyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û wiha got: “Em Cejna Qurbanê li civaka Misilman û gelê xwe pîroz dikin û em ji bo bilindkirina jiyana azad û demokratîk bang li hemû gelan û  civakan dikin. Di rojeke wiha de piştgiriya li Rêber Apo ku endazyarê jiyana azad û demokratîk e, alîkariyeke berbiçav dide gelê me û azadiya gelên bindest. Em hêvîdar in ku bi xêra cejn û pîrozbahiyên wekî Cejna Qurbanê rêzên hevgirtin, mirovhezî, azadîxwazî û demokrasîxwaziyê bihêztir bibin û têkoşîna ji bo avakirina civakeke azad bê berfirehtirkirin.”

Daxuyaniya Komîteya Dîn û Baweriyan a PJAK’ê wiha ye:

“Alema Îslamê di demeke wisa de Cejna Qurbanê pîroz dike ku Rojhilata Navîn bûye navenda şer û qirkirina li dijî gelên bindest. Dewletên hegemonîk û dagirker bi armanca jinavbirina gelên bindest û pêşvebirina kolonyalîzma li dijî gelên din gelek şer dane destpêkirin ku agirê wan şeran ji Xezeyê bigire heta Kurdistanê gelek welat li xwe girtine.

Cejna Qurbanê di nav Misilmanan de ew roj e ku tê de qurbankirina mirovan bi dawî bûye, lê belê di roja îro de tiştê ku bûye para gelên bindest ên Rojhilata Navîn qirkirinên berdewam, dagirkirina welatan, guherandina demografiyê û qirkirina çandî û pişaftineke tund e. Pergala netewe-dewletan bi zihniyeta pergala kapîtalîst dest bi jinavbirina gelên bêparastin kiriye. Li Îranê vê rewşê gava xwe avêtiye qonaxeke metirsîdar û civak li ser destên pergala zordar tê jinavbirin. Heta ku êrişên Tirkiyeyê yên berbelav ên li ser parçeyên Kurdistanê yên cuda berdewam bikin, heta ku siyaseta zordar û pişaftina çandî ya Îranê li dijî Kurdan berdewam bike, li Sûriye û Iraqê rêz li mafên Kurdan neyê girtin, li Xezeyê komkujiya gelê sivîl ê bêparastin berdewam bike, wateya cejnan nabe.

Bê guman para Kurdan şer û komkujî û qirkirina çandî bûye. Bêdengiya li hember komkujiyên rejîmên serdest ên Rojhilata Navîn, bêdengiya li hember çekên kîmyayî ku li dijî gerîlayan tên bikaranîn, ji erka mirovî û civakî paşveçûn e. Pêwîst e di Cejna Qurbanê de li dijî şer û qirkirina çandî ya li dijî Kurdan bê pêşvebirin. Cejn û pîrozbahî wê demê dibin nîşaneya aştî, aramî, ewlehî û pêşveçûna civakî û pêşveçûna gelan ku em li dijî şer û qirkirinên berdewam ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn têbikoşin. Naveroka Cejna Qurbanê ya rasteqîn jî ev e ku mirov rê li ber qurbankirina gelên bindest bigire. Îro; mirov, jîngeh, welat, jiyan û jin bi rehetî dibin qurbanên çavbirçîtî û hegemoniya kapîtalîzma desthilatxwaz. Di qonaxeke wiha de yekemîn erka di cejn û pîrozbahiyan de xurtkirina yekîtiya li dijî zilm û şer e.

Wek Komîteya Dîn û Baweriyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) em Cejna Qurbanê li civaka Misilman û gelê xwe pîroz dikin. Em ji bo bilindkirina jiyana azad û demokratîk bang li hemû gelan û civakan dikin. Di rojeke wiha de piştgiriya li Rêber Apo ku endazyarê jiyana azad û demokratîk e, alîkariyeke berbiçav dide gelê me û azadiya gelên bindest. Em hêvîdar in ku bi xêra cejn û pîrozbahiyên wekî Cejna Qurbanê rêzên hevgirtin, mirovhezî, azadîxwazî û demokrasîxwaziyê bihêztir bibin û têkoşîna ji bo avakirina civakeke azad bê berfirehtirkirin.”