Canpolat: 21’ê Hezîranê em bi rengekî girseyî li ber girtîgehan kom bibin

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat wiha got: “21’ê Hezîranê em bi rengekî girseyî li ber girtîgehan kom bibin. Yekane rêya derketina ji krîzê Îmralî ye.”

LI ZINDANAN BERXWEDAN

Girtiyên siyasî 27’ê Mijdara 2023’yan bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” greva birçîbûnê ya bidem-dorveger dan destpêkirin û 4’ê Nîsana 2024’an jî biryar dan ku greva xwe veguherînin çalakiya boykotkirina dadgehan û nederkevin hevdîtinên telefon-malbatan. Çalakiya ‘Deng Bide Azadiyê’ jî ya ku malbatên girtiyan li ber girtîgehan dayî destpêkirin û her roja Duşemê pêk tînin, dewam dike.

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat têkildarî çalakiya girtiyan û neberdana girtiyên ku “cezayê wan qediya ne”, axivî. Canpolat destnîşan kir ku girtiyan xwe bi temamî îzole kirine û vê yekê bandor li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye. Canpolat wiha got: “Şert û mercên tecrîdê, nayên qebûlkirin. Astengiya herî mezin a li pêşiya pirsgirêka Kurd, şert û mercên tecrîdê ye. Divê demildest ji vê pirsgirêkê re çareserî bê dîtin. Desthilatdarî têkildarî vê yekê divê berpirsyariya xwe pêk bîne. Em difikirin ku pêvajoyeke çareseriyê ya duyemîn, wê bi erênî bandorê li hemû beşên li Tirkiyeyê bike.”

‘YEKANE RÊYA DERKETINA JI KRÎZA SIYASÎ ÎMRALÎ YE’

Canpolat diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di nava civakê de bandorên girîng nîşan bide û ev tişt got: “Sedemê esas ê astengkirina hevdîtina bi Rêbertî re jî, ev e. Naxwazin fikir û perspektîfên wî derkevin ji derve û civak ji van fikiran bandor bibin. Dewamkirina tecrîdê biryareke siyasî ye. Ti şîroveyeke wê ya hiqûqî nîne. Dewlet destûra xwe ya bingehîn binpê dike. Em bawer dikin ku hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê divê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo çareseriya krîza siyasî ya li welêt, fikir werbigirin. Lê mixabin tam berevajî hemû serlêdanên parêzer û malbatê bi israr tên redkirin. Desthilatdarî jî pir baş dizane ku ev yek wê çareseriyê neyîne. Yekane rêya derketina ji vê krîza siyasî, Îmralî ye. Ji bo azadiya gelan divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Bi sîstema tecrîdê re ne tenê gelê Kurd, hemû gel di bin tecrîdê de ne.”

‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ÇALAKIYA GIRTIYAN DERBIKEVIN’

Canpolat bal kişand ser çalakiya girtiyan jî û wiha pêde çû: “Ev çalakiya girtiyan ji bo me yanî ji bo kesên ji derve rexneyeke vekirî ye. Bêdengiya me tê rexnekirin. Divê civak jî xwedî li van çalakiyan derkeve û rexneya girtiyan vale derxîne. Têkildarî vê yekê em bang li her kesê dikin: Werin, em bi hev re civakê ji kaosê derxin. Li aliyê din di heman demê de berdana girtiyên ku cezayên wan qediyane, tê astengkirin. Di gelek girtîgehan de heman pirsgirêk hene. Tevî ku hevalên me ji cezayên xwe zêdetir jî mane, ji ber ku ferzkirina poşmantiyê ya lijneyên girtîgehan qebûl nakin nayên berdan. Ev rewşeke pir derexlaqî ye. Em bi van pêkanînan dibînin ku li Tirkiyeyê hiqûq çawa tê binpêkirin. Em jî têkildarî vê yekê xebatên xwe didomînin. Ji xeynî veguheztina mijarê ya Meclîsê, em hewl didin mijarê bixin rojeva cîhanê jî. Heta niha bersivek ji me re nehatibe jî, em ê van xebatên xwe bidomînin. Ev di rastiyê de ji girtiyan re sîstemeke ceza ya duyemîne. Li dijî vê zihniyetê çi ji destê me tê, em ê bikin.”

‘DIVÊ EM ÇALAKIYAN MEZIN BIKIN Û BELAV BIKIN’

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku tevî hemû çalakî û bangên gelan, tecrîd tê domandin û ev tişt bilêv kir: “Divê çalakiyên me hîn zêdetir belav bibin û nerazîbûnên hîn mezintir divê çêbibin. Divê xebateke çalakiyê ya cidî bê meşandin. Divê çalakî û xebat bi girseyî bibin. Heta ku girseyî nebe, ne pêkane ku em bi ser bixînin. Tevî ku cejne jî, malbat nikarin vê cejnê zarokên xwe bibînin. Mafê her dayik, bav û zarokan e ku dengê xizmên xwe bibihîze. Lê mixabin sîstema li Tirkiyeyê, destûr nade vê yekê. Weke sazî û malbat bangek me heye. Roja Îniyê, 21’ê Hezîranê divê her kes were ber girtîgehan û piştgiriyê bide çalakiya malbatan. Em bang li hemû saziyên xwe û raya giştî ya hestiyar dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Roja Îniyê mîna ku em biçin hevdîtinê, em hemû li ber girtîgehan bin.

Divê em di van çalakiyan de zêde bibin. Divê her kes bêyî hêcet beşdarî van çalakiyan bibe. Divê hemû partiyên siyasî û sazî li dijî vê tecrîdê rabin û xwedî li çalakiya girtiyan derkevin. Divê malbat tenê neyên hiştin. Divê malbatên hemû girtiyan, xwe berpirsyar bibînin ku beşdarî çalakiyan bibin. Xwedî derketin û tenê nehiştin, berpirsyariya me ye. Bi vê wesîleyê, em cejna hemû malbatên xwe, dayikên xwe û hemû girtiyên xwe pîroz dikin. Em çalakiyên xwe xurt bikin. Ne pêkane ku em bi reflekseke xurt bi ser nekevin. Car din em cejna her kesê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî û azadiyê.”